Yekîtiya Jinên Sûdanê: Ji şer re na ji îradeya gel re erê

Yekîtiya Jinên Sûdanê, di salvegera Şoreşa Kanûnê de bi daxuyaniyek, bal kişand ser bandorên şer ên li ser jinan, bang kir ku korîdorên mirovî werin vekirin, agirbest çêbibe û pêvajoya siyasî bi pêşengiya jinan dest pê bike.

Sûdan – Li Sûdanê di Kanûna 2018’an de çalakiyên protestoyî yên ji ber krîza aborî ya ku bi zêdebûna bihayê nan û benzîn û mazotê dest pê kirin, di demek kurt de ji reformên aborî ber bi hilweşîna rejîmê ve çûn. Xwepêşandan bi dirûşma “Hilweşe” bi armanca bidawîbûna rêveberiya Omer el-Beşîr hatibû destpêkirin.

Yekîtiya Jinên Sûdanê, 12’ê Kanûnê weke şoreş bi nav kir, salvegera heftemîn a serhildana meha Kanûnê bi bîr anî. Di daxuyaniya ku ji ofîsa rêveberiyê ya yekîtiyê hat dayîn de; bal hat kişandin ku divê fedakariya jinên Suweydayî yên bi daxwaza azadî, edalet û aştiyê derketin kolanan were bibîranîn û hat diyarkirin ku jinan bi hev re ji bo dewletek sivîl û demokratîk ku rûmeta mirovan tê parastin, maf dikevin bin temînatê bi denek qîriyan e.

Divê perpirsyar hesab bidin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo sûcên di dema şoreşê de hatine kirin û bicihanîna edaletê dive perpirsyar hesab bidin û hat gotin ku dê destûr neyê dayîn ev sûc bikevin ber demboriyê. Her wiha bal hat kişandin ku jinan di refên pêş ên şoreşê de cihê xwe girtine, hat diyarkirin ku şoreşa Kanûnê li dijî rejîmek ku jinan biçûk dixist û destkeftiyên wan ên dîrokî desteser dikir serhildanek e.

‘Şer gefa li ser pêşeroja welat e’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di salvegera heftemîn a şorşa Kanûnê de Sûdan di nava pencên şer de ye, şer li ser yekîtî û pêşeroja welat gef e û bal hat kişandin ku şer bi taybetî li ser jinan ji ber koçberî, têkoşîna ji bo jiyanê û parastina malbatan bandorên xirab hiştiye.

Yekîtiyê diyar kir ku şoreşa Kanûnê bûyereke siyasî ya demborî nîn e, peymaneke di navbera şehîd, birîndar, windayan û gel de hatiye çêkirin e û hat gotin ku girêdana bi vê peymanê re, bi xwe re parastina azadî, aştî û nirxên edaletê tîne. Her wiha hat diyarkirin ku divê bi seknek li dijî şer projeya dewleta demokratîk û sivîl were destekkirin.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku li hemû herêmên ku pevçûn li wan didomin divê di bin kontrola saziyên navneteweyî û serbixwe de korîdorên lezgîn û bi ewle werin vekirin bal hat kişandin ku divê tavilê derman, xurek û alîkarî bigihîjin sivîlan.

‘Şer bi hezaran kesan bi birçîbûn û xizaniyê re rûbirû dihêle’

Yekîtiyê da zanîn ku Sûdan ku welatekî xwe dispêre çandiniyê ye; ji bo berdewamkirina jiyana çandinî divê mercên pêwist werin avakirin û hat diyarkirin ku şer hemû berhemên demsalî tune kiriye, bi hezaran malbatan bi birçîbûn û xizaniyê re rûbirû hiştiye. Her wiha bang hat kirin ku divê veguherandina qadên çandiniyê ji bo baregehên leşerî were astengkirin, ji bo cotkaran tiştên pêwist werin dayîn û xebatên jinên li gundewaran ên di warê hilberîn û xurekê de werin destekkirin.

Têkildarî pêvajoya siyasî jî Yekîtiya Jinên Sûdanê daxwaz kir ku tavilê agirbestek ku sivîlan biparêze û xizmetên binghîn çêbibin pêk were û bal hat kişandin ku tu kes ji şer qezenc nake, rawestandina temîna çekan dê ji bo bidawîbûna şer riya herî bi bandor be û ev yek jî berpirsyariya civaka navneteweyî ye.

Yekîtiyê xwest, ne çek, îradeya gel diyarker be û pêvajoyeke berfireh a siyasî dest pÊ bike. Her wiha hat gotin ku divê li ser sedemên bingehîn ên krîzê were rawestîn, aştiyeke mayînde çêbibe, artêş ji siyasetê were dûrxistin, milis werin belavkirin û sûcdar hesab bidin.

Desteka ji bo berxwedana aştiyane

Yekîtiya Jinên Sûdanê, bang kir ku ew berxwedana aştiyane destek dikin û bi dirûşma “Ji şer re na, ji îradeya gel re erê” dê riya şoreş û guherînê ji nû ve ava bikin.

Di dawiyê de hat gotin ku şerê li dijî gel tê meşandin meşrû nîn e û bal hat kişandin ku dengê jinan dengê aştiyê ye û dê ji bo Sûdana azad, bi ewle ya ku rûmeta mirov lê were parastin têkoşîn bidome.