Yekîtiya Jinên Elewî banga bejdariya çalakiyên 1’ê Gulanê kir
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat bang li her kesê kir ku 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li qadan bin.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokrat bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran banga tevlîbûna çalakiyan li her kesê kir. Di daxuyaniya ku bi sernavê “Ji bo em cîhanek adil, wekhev û azad biafirînin em di 1’ê Gulanê de li qadan in” de hat gotin ku levîathanên kapîtalîzmê di şer de israr dikin, îfadeyên; ‘hikûmeta Ewrupa û raya giştî li dijî dagirkeriya Rusya ya li ser Ukranyayê derdikeve, lê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya derveyî sînorên xwe li ser herêmên Kurdan pêktîne, ji nedîtî ve tê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdêla şer gelên xizan, kedkar, jin û zarok didin. Yekîtiyê bang li hemûk kesan kir ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de bibin xwedî helwest.