Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê: Bila êdî xwîn ji dilê dayikan neyê

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê Şehîdên Sêdarê bi bîr anîn û diyar kirin ku meseleya Kurdan mijareke dîrokî ye, bi bêdengkirin û kuştinê çareser nabe. Dayikan gotin ku dê werza zivistanê bi dawî bibe û ya tê bihara gelan be.

Sine- Rejîma Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî yên bi navê; Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan, li girtîgeha Evînê ya Tehranê bi darve kirin. Bi wesîleya vê rojê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur Şehîdên Sêdarê hatin bibîranîn.

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 12’emîn salvegera Şehîdên Sêdarê her 4 şoreşgerên Kurd bi bîr anîn û peyama “Dilê dayikan nekin xwîn” dan.

Peyama Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:

“Careke din meha Gulan, meha şehîdan hat. Di vê mehê de rejîma dagirker a Îranê çar tokoşerên Kurd bi darve kirin. Şehîd mamoste Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan. Ji ber ku ji bo jiyana azad têdikoşiyan, di nava çend kêliyan de li ber çavên dinyayê hatin darvekirin. Ew bi xeyala têkbirina Kurdan dijîn, xeyala wan ew e ku Kurdan bi koletiyê razî bikin. Dixwazin her dem rondikên çavan mêvanê malên dayikên Kurd bin. Tu carî hêvî û pêşeroj nayê darvekirin. Wê werza zivistan û sermayê bi dawî bibe û ya tê bihara gelan be. Divê bi awayek edalet pirsa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê were çareserkirin. Meseleya gelê Kurd mijareke dîrokî ye, bi bêdengkirin û kuştinê çareser nabe.”