Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê li ser mijara “Rastiya Jin” komxebatek lidar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê bi dirûşmeya ‘Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê ser bixin’ komxebatek li darxist.

Kobanê - Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi dirûşmeya “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan emê şerê azadiyê ser bixin” komxebata xwe ya di çarçoveya mijarên “rastiya jin a di nava pergala Rêjîma Sûriyê, dewleta tirk û malbata Berzanî” de lidarxistin.

Komxebat bi beşdarbûna delege, endam û rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herema Firatê û endamên sazî, rêxistin û dezgehên heremê li hola Ronîwar hat lidarxistin.

Piştî yek deqe rêzgirtinê axiftina destpêkê ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed ve hat kirin. Hebûn Mihemed bal li ser êrişên ku li ser jinan tên meşandin kişand û wiha got: “Armanca me ji vê komxebatê nirxandina pêvajoya heyî û di nav de êrîşên ku di asta yekem de jinan hedef digrin e. Weke tê zanîn nêzikatiyên Rêjîma Sûriyê ji jinan re zayendperest û baviksalar bû. Lê jinan ev yek guhertin û di şoreşa 19`ê Tîrmehê de diyar kirin ku jin dikarin di tevahî qadên jiyanê de pêşengtiyê bikin û rola sereke bilîzin. Niha jî em dibînin dewleta tirk hewil dide careke din jinan vegerîne rewşa xwe ya beriya şoreşê, ji ber vê êrîşên cur be cur li ser jinan tên kirin. Ji ber vê divê ku em weke jinên ciwan xwebirêxsitin bikin û li hember van êrîşan bibin bersiv."     

Paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Xada Mehmûd mijara "Rastiya Rêjîma Sûriyê" pêkêş kir, xwendekara zanîngeha Kobanê Rodîn Hemed mijara rastiya dewleta tirk û Cîhan Temî jî rastiya malbata Berzanî vegot. Di derbarê hersê mijaran de beşdarvanan nirxandin û şiroveyên xwe jî anîn ziman.  

Kesên beşdarî komxebatê bûn, nêrîn û nirxandinên xwe ji ajansa me re parve kirin.

"Emê li dijî êrîşan li ser piyan bin"

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Şîlan Misto behsa armanca komxebatê kir û got: "A niha şerekî mezin li Kurdistanê tê kirin. Dewleta tirk, rêjîma Sûriyê û malbata Berzanî jî roleke diyarker di gurkirina vî şerî de dilîzin. Ji ber vê me girîng dît ku em komxebateke di vê astê de lidar bixin û li ser bingehê her sê mijarên ku me hilbijartin de nîqaş bikin. Me xwest ku em rastiya van hêzan bidin naskirin û li dijî vê yekê jî hêrs, helwest û sekna jinên ciwan bidin nîşan dan."

"Dixwazin hebûn û nasnameya jinê ji holê rakin"

Her wiha rêveberiya buroya jin ya Desteya Ciwan û Werzîşê Nîroz Bozan destnîşan kir ku komxebat bersiva li hember êrîşên ser jin e û got: "Rêber Apo gelek nirx dide jin, ji ber vê em dibînin ku Rêber Apo bi riya bîrdoziya xwe rastiya jin ya hatiye berovajîkirin sererast kir. Lê gelek gef û êrîş li ser jinan hene, van hêzan rêberê me bi komploye navdewletî girtin niha jî dixwazin berhemên birdoziya wî ji holê rakin. Lê kombûna hejmareke mezin a ji jinên ciwan di komxebatê de û nirxandina êrîşên heyî, bersiva dijmin e ku ew nikarin hêz û vîna jinê tune bikin. Em bi xebatên wiha jî ne tenê parastina jinekê dikin, lê belê em bi vê têkoşîna xwe hewil didin hemû jinan biparêzin."

"Emê li hemberî hêzên netew-dewlet serî netewînin"

Endama Meclîsa Gel ya navçeya Şêranê Litfiya Mehmûd behsa bandora jinên kurd li ser têkoşîna jinan kir û wiha pê ve çû: "Komxebateke baş bû û asta nirxandinan de erênî bû. Ji xwe êrîşeke wiha li ser jin heye ku ji aliyê kevneşopiyan de, ol, siyaset, hişmendî û hwd dixwezin nasname û hebûna jin ji naveroka wê derxin. Jina Kurd xwe bi bîrdoziya Rêber Apo ji gelek qeyd û bendan rizgar kir û şoreşa azadiya jin destpê kirin. Dema dewleta tirk têkoşer Sakîne Cansiz girt û keziya wê jêkir, hewil dan ku vîn û hêza jin jî jê bikin. Lê me weke jin serî li ber pergala netew-dewletan netewandin, berovajî me serî hilda û hemû jinên li derdora xwe jî birêxistin kir. Emê xwe ji zordarî, êrîş û îxanetê biparêzin."