Li Amedê aqûbeta Çayan Çîçek û hemû windayan hat pirsîn
ÎHD'ê û xizmên windayan jî aqûbeta Çayan Çîçek ê ku tevî astengdarê çav e hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.
Amed - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda werin dîtin kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu kom bûn û di hefteya 696’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Xizmên Windakiriyan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn. Endamên Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Piştevanî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) piştgirî dan çalakiyê. Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim a daxuyanî da, serpêhatiya Çayan Çîçek xwend.
“Îşkenceyên giran hatin kirin”
Derya Yildirim da zanîn ku di 10’ê gulana sala 1994’ an de leşkeran bi ser gund de girtin û şêniyên bi navên Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek binçav kirin û birin YÎBO ya Liceyê û wiha got: Kesên li vir tên binçavkirin rastî îşkenceyên giran hatin. Ji xeynî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek, hemû binçavkiriyên din hatin berdan. Tevî hemû hewldanên lêgerînê yên malbata wî jî ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nayên girtin.”
“Binçavkirina Çayan tê redkirin”
Derya Yildirim diyar kir ku 17 roj piştî bûyerê di 27’ê Gulana 1994’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve kurê Tahsîn Çîçek ê 19 salî dema li baxçe rûniştibû hat binçav kirin û wiha axivî: “Di 27’ê gulana sala 1994’an de kurê Tahsîn Çîçek ê bi navê Çayan Çîçek ku dema ji dayik bûyî kor bû, hate binçavkirin. Dapîra Çîçek, radihêje nasnameya neviyê xwe û diçe Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê. Li wir aqûbeta neviyê xwe dipirse. Leşker li nasnameya Çîçek dinihêrin û ji dapîra wî re dibêjin; ‘kesekî bi vî navî li vê dere nîne.’ Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Çayan Çîçek nayên girtin. Ji DGM’ê heta DMME’yê, malbatê serî li her derê da lê belê tu encamek jê derneket. DMME’yê ji bo Çayan Çîçek biryara ‘Delîleke ku hatiye binçavkirin tune ye’ da û dosya girt.”
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê ya ji bo Çayan Çîçek û hemû windahiyên din bi dawî bû.