Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê di bin dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” a ku duh hatibû lidarxistin, îro bi dawî bû.

Qamişlo – Bi armanca xurtkirin û pêşxistina xweparastina ciwanan di her warî de di pêvajoya heyî de, bi orgenîzekirina Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê di bin dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” li navçeya Rimêlan a girêdayî bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh lidar xistibû, duh di roja duyemîn de konferans bi dawî bû.
“Bi qasî nan û avê avakirina ciwanan girîng e”
Endama Komîteya Dîwanê ya konferansê Besma Mihemed behsa girîngiya avakirina ciwanan kir û got: “Ya her girîng ji bo me, perwerdekirina ciwnan e, ji ber ku perwerde bingeha avakirina ciwanan e. Dema ku ciwan bi aliyekî rast de tên avakirin, wê demê civakê jî bi xwe re ava dike. Tevgera ciwanan ji bo tunekirina koçberiya derveyî welat, ajantî, fuhuş û bikaranîna madeyên hişbir di dirêjahiya salekê de karekî baş kirin û ev ji bo me xwedî mane ye. Her wiha ji bo hişyarkirin ciwanên din û ferdên civakê jî dixebite, bêguman pêşeroja me ev ciwan in.”
“Armanca me rizgarkirina jin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”
Besma Mihemed tekez kir ku dê her tim ber bi azadî û rizgarkirina jinan biçin û wiha bi dawî kir: “Di vê konferansê de gelek mijar an jî xalên girîng hatin nîqaşkirin, bêguman deriyê nîqaşê ji beşdarvanan re vekirî bû. Helbet ji bo me nirxandin, nêrîn û pêşinyarên wan girîng in ji bo pêşketinê di pêşerojê de. Di salên berê de ne dewlet û ne jî malbat rê li ber ciwanan vedikir ji bo pêşketina wan û ev jî hişt ku rola wan lawaz bibe, belê em niha dibînin ku çawa bi saya Rêber Apo êdî ciwan bi rola xwe ya girîng xuyayî ne. Li ser vî esasî jî em hêvî dikin ku ev konferans serkeftinên mezin bi xwe re bîne û ji xwe armanca me jî her dem dê rizgarkirina jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”