Yekemîn foruma jinan li Wanê destpê kir

Yekemîn foruma ku ji hêla EŞÎK’ê ve wê li 11 bajaran bê lidarxistin, li Wanê hat pêkanîn. Jinên ku di forumê de axivîn gotin: “Ji bo mafên xwe şert e ku em li hev kom bibin.”

Wan – Platforma Jin a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) bi dirûşma “Jiyanek azad, wekhev û bê tûndî” li 11 bajaran dê foruman lidar bixe. Yekemîn foruma ÊŞÎK’ê li Wanê destpêkir. Forum li Salona Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat lidarxistin, di nav de nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan gelek jin beşdarî forumê bûn.

“Yekîtî pêwist e”

Dildarê EŞÎK’ê Zozan Ozgokce wiha got: “EŞÎK demek dirêj e li eniya jinan têdikoşe. Sedema lidarxistina me ya vê forumê ew e ku weke jin em hemu di bin xetereyê de ne. Ji ber vê pêwist e em bên gel hev. Mafê me hemûyan hatiye xespkirin. Pêwist e em ji bo mafên xwe bên gel hev û yekîtî şert e.”

“Ji bo jiyanek azad em foruman lidar dixin”

Dildarê EŞÎK’ê Berrîn Sonmez jî wiha got: “Ji bo mafên xwe û xwedî derketina li xeyalên xwe em li vir kom bûn. Ji bo jiyanek bê tûndî, azad em foruman lidar dixin. Di van foruman de em dixwazin ku hûn weke kesên azad û wekhev xwe hîs bikin. Em dixwazin di warê tiştên ku divê bê kirin de nêrînên we guhdar bikin. Em ji bo fêmkirina hev û têkoşîna hevpar li vê derê ne.” 

Piştî axaftinan forum bi awayekê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.