Li Afganistanê mafên jinan tên binpêkirin
Li Afganistanê binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin. Dadgeha Bilind a Talîbanê cezaya darvekirina 30 kesan ku jin jî di navbera wan de ne ragihand.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Bilind a Talîbanê, di daxuyaniyên cuda de li ser palatforma X-Pages, ragihand ku li çend parêzgehên Efganistanê cezayê qamçiyê li 30 kesan ku d navbera wan de jin jî hene biriye
Cezayên qamçiyan ku li hemwelatiyan hatiye birîn, li parêzgehên Belx, Nîmroz, Nangarhar, Firah, Semancan û Paktîkayê hatin bicîhanîn. Dadgehê her wiha cezayê darvekirinê bi tohmetên "têkiliyên derveyî zewacê, dizî, "Têkiliyên zayendî û tundiya li dijî dê û bavan" li dijî welatiyan ragihand.
Binpêkirina mafên mirovan didomin
Neteweyên Yekbûyî raporek weşand û tê de diyar kir ku sepandina cezayên wekî darvekirin û qamçiyan li Efganistanê berdewam dike û ev ceza wekî binpêkirinên cidî yên mafên mirovan tê hesibandin, mînakên cezayên fizîkî û muameleya dermirovî ne.
Jin li Afganistanê ji mafên jiyanî jî bêpar mane
Ev ceza bi hincetên bê bingeh tên kirin, di heman demê de gelên Afganistanê, bi taybetî jin, ji azadiya di her warî de bêpar in û mafê jinan tune ye ku bêyî mêr ji malê derkevin.
Krîzên mirovî kûrtir dibin
Her wiha ji ber rewşa heyî, piraniya Efganiyan bi xizaniyê re rû bi rû ne û li gorî rapora herî dawî ya navneteweyî nêzî 21.9 milyon kes li Efganistanê hewceyê alîkariya mirovî ne; ev rewş ji ber ziwabûnê girantir dibe, kêmbûna alîkariya navneteweyî û vegera girseyî ya koçberan zêde bûye.