‘Yekane riya rawestandina darvekirinan berxwedan e’

Shaghayegh Norouzi ya ku kampanya û bertekên navnetewî yên li dijî darvekirinên li Îranê ji ajansa me re nirxand, got ku “Bi hêza berxwedanê em bibin sedem ku Komara Îslamî ya Îranê nikaribe gavek wiha bavêje, ev tê bibe tekane rêya rastîn.”

ŞAHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Li Îranê cezayên îdamê yên li ser girtiyên jin ên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Bi taybetî piştî daxwaza ji nû ve darizandina Pexşan Ezîzî hat redkirin, fikar zêde bûn û piştî Cejan Newrozê li welat cezayên darvekirinê zêde bûn.

Kampanyaya ‘Em bi fikar in’ hat destpêkirin

Parêzvanên mafên jinan bi armanca rawestandina înfazan dest bi kampanyayê kirin. Li Îranê li gel tevgera ‘Me Too (Ez jî) ’ komek ji femînistan jî bi navê ‘Em bi fikar in’ kampanyayek nû dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de wêneyê sê jinên ku cezayên darvekirinê li wan hatiye birîn hat parvekirin û bang li civaka Îranê hat kirin ku li dijî van biryaran bikevin nav liv û tevgerê.

Çalakvan Shaghayegh Norouzi derbarê mijarê de bersiv da pirsên ajansa me.

*Piştgiriya ji bo Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî di civaka navneteweyî de her ku diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de, pêkanîna cezayên darvekirinê dê ji bo Komara Îslamî ya Îranê çi bedêlên siyasî û civakî bi xwe re bîne?

Ev biryar di qada navneteweyî de li dijî Komara Îslamî ya Îranê bû sedema bertekên mezin. Cezayên îdamê yên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî li dinyayê deng vedan. Tundî û dijminatiya biryaran bû sedema berteka cidî ya raya giştî ya navneteweyî. Hema bêje ti welatekî ku bertek nedaye nemaye. Li Îspanyayê jî parlamenterên Katalan bi xwendina deklerasyonekê li ser navê serhildêr û xwepêşanderên li parlamentoyê peyama hevgirtinê dan. Bertekên navneteweyî ji bo Komara Îslamî ya Îranê bihayekî giran e. Lê bi dîtina min, ev ne tenê bedêl e ku rejîm wê bide. Berteka gelên Îran û Kurdistanê dikare encamên gelek girantir bi xwe re bîne. 

Eger Komara Îslamî ya Îranê şaşîtiyek weke pêkanîna van darvekirinan bike, bi baweriya min dibe ku bibe sedema pirsgirêkên mezin bo rejîmê. Her çend car caran di navbera tevgerên muxalîf û partiyên siyasî yên Kurd ên Îranê de cudahiyên bîr û baweriyên cuda hebin, lê dema ku behsa cezayê îdamê bo van sê jinan tê kirin, lihevkirineke berfireh û helwesteke hevbeş derketiye holê. Ev yeka ku derdorên civakî û siyasî di vê astê de li hev kirine, bi serê xwe nîşana wê yekê ye ku rejîm têdigihîje ku pêngava ku wê bavêje çiqas hêrsê çêbike. Lewma bi baweriya min metirsiya herî mezin li ser Komara Îslamî ya Îranê ne ji zextên derve, dibe ku ji aliyê gel û berteka komî ya gel ve bê.

* Kampanyaya ‘Em bi fikar in’ çawa teşe girt? Armanca we di destpêkirina vê kampanyayê de çi bû?

Me bi xebatên hevpar ên aktîvîstên wekheviya zayendî kampanyayeke kolektîf da destpêkirin. Ev gavek biçûk lê girîng bû ku dikaribû bandorek mezin bike. Ger em bihesibînin ku her komek çalakvan her meh kampanyayên bi vî rengî dimeşînin, em dikarin xeyal bikin ku hem qada dîjîtal û hem jî hiş bi çi qas dijwar dikarin bi vê mijarê re mijûl bibin. Bi rastî, kampanyayên bi vî rengî yên herî hindik in ku dikarin bêne kirin. Lê belê divê em amûrên dîjîtal ên di destê xwe de bikar bînin da ku vê xetereyê bînin bîra mirovan û di rojevê de bihêlin. Lê belê, gavên pêşerojê divê bêne avêtin. Di van kampanyayan de pêwîst e rasterast saziyên Komara Îslamî ya Îranê rawestin. Em ji van saziyan ne nêzîkatiyeke adil hêvî dikin, ne jî hêviya me jê heye. Lê belê, gavên pêşeroj jî divê bên avêtin. Di van kampanyayan de pêwîst e muxatabê saziyên Komara Îslamî be. Hêviya me ji nêzîkbûnek adilane di saziyên Komara Îslamî de nemaye, lê dibe ku beşên curbicur ên civakî van saziyan ji bo zêdekirina zextan bikin armanc. Ya girîng ew e ku van kêmaniyên piçûk dubare bikin û beşdarbûna bêtir koman misoger bikin.

*Nameyên ku ji girtîgehê tên şandin, her yek ji wan mîna manîfestoyek in. Li gor we em çawa dikarin bi awayek herî bi bandor bibin destek? Divê em van nameyan ji rayagiştî re çawa ragihînin û berpirsyariya civakê ya li hember van girtiyan çi ye?

Beşek ji vê berpirsyariyê jî, dikeve para çapemeniyê. Her yek ji kesên wek me ku naverokan amade dikin, xwedî berpirsyariya parvekirina vê naverokê ya bi rayagiştî re ne. Nameyên ku her yek ji wan xwedî potansiyelek mezin e û her beşek ji wan baştir tê famkirin, tiştên wisa ne ku divê em li serê zêdetir bifikirin û ji bo wan zêdetir çavkanî veqetînin. Çapemeniya navendî jixwe bi piranî van nameyan tenê wek nûçeyek dinirxîne û dibe ku tevahiya naverokan neweşîne. Saziyên biçûktir ên çapemeniyê jî, ji ber meseleyên xwe yên siyasî û fraksiyonên xwe, dibe ku van nameyan sansûr bikin. Lewma jî divê em berê xwe bidin medyaya xwe ya serbixwetir û van saziyên medyayê biçûk nebînin; ji ber ku her yek ji wan dikarin peyamên van nameyan nîşan bidin. Ji bo ku em pênase û peyamên di van nameyan de ji rayagiştî re ragihînin, divê em metodên afirîner û hêsanker bikar bînin.

*Beriya niha jî em bûn şahidên gelek înfazan. Îro jî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê gelek zext tên kirin. Di rojên dawî de 5 kesên ji xelkê Belûcî, bê his û deng hatin darvekirin. Tevî hemû van pêşveçûnan ji saziyên Komara Îslamî ya Îranê hesab nehat pirsîn. Li gor nêrîna te, ji bo ku ev saziyên Komara Îslamî ya Îranê hesap bidin divê em rê û rêbazek çawa bibînin?

Saziyên Komara Îslamî ya Îranê bi awayek ku xwedî berpirsyariya hesabdayînê nînin hatine avakirin. Divê berî her tiştî ev rastî bê qebûlkirin. Lê pejirandina vê rêbazê nîşan dide ku di şûna neçariyê de divê em bi awayek zanatir û bibandortir metoda xwe ya têkoşînê ava bikin. Em bizanibin ku li hember van saziyan emê bikaribin xwe çawa birêxistin bikin, ewê ‘hesabdayîna wan’ zelaltir bibe. Lewma jî dema em hêzeke têra guherandina vana ava bikin, emê bikaribin bersivek ji van saziyan bixwazin an jî rêya wan biguherînin.

Mînak, di van rojên dawî de 5 Belûc hatin darvekirin, lê ev darvekirin hema bêje qet nebûn mijara nûçeyek jî. Çima? Em dibînin ku hem Komara Îslamî ya Îranê û hem jî komên berjewendîxwaz ên li deverên curbicur ên dinyayê ku di nav wan de hikûmetên rojavayî jî hene, hewl didin ku çavkaniyên komên siyasî-civakî yên ku pêşerojeke dadperwer û azad bo Rojhilata Navîn xeyal dikin û van çavkaniyan di bin çewisandin û sansurê de ne, sînordar bikin. Zextên bi vî rengî, dem bi dem xebata siyasî ya kolektîf tengav dikin. Dîsa jî ji bo me mijara herî girîng ev e: Têkoşîna li hember sansûr û sînorkirinan, avakirina qadeke ji bo karûbarên hevkarî û bibandor e.

Tevî hemû van tengasiyan jî, me serkeftinên mezin bidest xistin. Raperînên serkeftî jî, beşdarî û piştevaniya civakê daniye holê. Lê divê em li ser valahiyên ku divê bên tijekirin jî bifikirin. Ji ber ku di nav vê heftiyê de 5 înfaz bê his û deng pêk hatin. Divê em têkoşînê bilind bikin. Belê, ne rêyek hêsan e lê divê em piştevaniyê û beşdariya kolektîf xurt bikin. Bi hêza berxwedanê em bibin sedem ku Komara Îslamî ya Îranê nikaribe gavek wiha bavêje, ev tê bibe tekane rêya rastîn.