Yek ji amûrên herî girîng ji bo xizmeta astengdaran bikaranîna piştgiriya dîjîtal e
Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê bi hevkariya Komeleya Çand û Fikrê Azad perwerdeyek ku wê 3'ê rojan bidome, li ser doz û mafê astengdaran lidarxist.
Xeza- Li herêma Xezayê ji bo rewşa jinên ciwan ên astengdarên zihnî perwerdeyek taybet hat organîzekinr.
Şêwirmenda medyaya civakî û piştgiriya dîjîtal Sultan Juha di perwerdê de diyar kir ku piştgiriya dîjîtal yek ji girîngtirîn rêgezên ku ew bikartînin ji bo parvekirina dozên kesên astengdar û wiha pêde çû: "Em dikarin bi rêya piştgiriya dîjîtal li ser doz û pisgirêkên wan ên ku bandorê li mafê jiyanê yên sereke wekî perwerde, tenduristî û jiyanek aram bikin." Kesên astengdar bi taybet astengdarên derûnî, bêhtir hewcedarê piştgiriyê ne ji ber vê pêwîst li gel cihên pêwindîdar di asta yekem de bin. Sultan Juha tekez kir ku eleqeyek zelal û baldar bi kesên astengdar re nîne.
"piştgiriya dîjîtal gavek herî baş e ji bo destekdayina astengdaran"
Endama Destey Rêvebir a Yekîtiya Jinên Filistînê Seher El-Bnaa tikildarî encamên mijara perwerdê diyar kir ku piştgiriya dîjîtal ji bo çareserkirina pirsgirêkên astengdaran gavek pir girînge û wiha domand: "Encamên kursê pir baş bûn, ji ber ku me hemû hêmanên kampanyaya medyayê bi awayekî teorî û pratîkî bi dest xistin. Me hêvî dikir ku kurs ji wiha berfireh tir ba da ku me bêtir piratîk kiriba. Kampanya medyayî yên ku me pêknîn li serçawaniya bilêvkirina peyvan bi kesên asteng dar re û hilbijartina peyvên guncav ji bo mijûlbûna bi wan re, ji ber ku pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariyê heye."
Rojnameger Haneen Judeh jî derbarê mijara perwerdê de wiha got: "Di perwerdê de bal hat kirşandina li ser mijarên kampanyayên piştgiriya taybet li ser medyaya civakî. Encamên derçûna perwerdê li ser bingehê ku çawaniya dîzaynkirina kampanyayên piştgirî û destekdayinê ji bo kesên astengdar û bal kişandina ser rewşa wan a jiyanî û tenduristiya wan."
Haneen Judeh jî diyar kir ku kesên astengdar pir caran têne paşguhkirin û wiha domand: "Civaka ku em têde dijîn pir girtiye û nêrînek wisan di civakê de heye kesên astengdar qebûl nakin û derketina wan ji derveyî malê red dikin ji ber baweriyên neyînî di nav de adet û kevneşopî jî hene."