Yalda Ahmed a Efganî: Ji bo jinan rêya çareseriyê hevgirtin û yekîtî ye
Yalda Ahmed a Afagnî bertek nîşanî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir got: “Ji bo jinan tenê rêyek çareseriyê heye, ev jî rêya hevgirtin û yekîtiyê ye.”
Kabul – Derûnnasa Efganî û parêzvana mafên jinan Yalda Ehmed bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb, Şehba, Minbic û Til Temirê da. Yalda Ahmed a bi rêya ajansa me peyamê xwe anî ser ziman got: “Aniha cîhan di nav kaosek de ye û ev bêedaletiya ku tê jiyîn zirarê dide jinan. Li her deverê cîhanê jin rastî her cûre tundî û zextê tên. Civaka baviksalar, rêveberiyên otokratîk, dij femîsnîst bi awayek komî êrişê jinan dikin.”
‘Hişmendiya dijminê jinan li ser desthilatdariyê ne’
Yalda Ahmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li hemû welatan desthilatdar li dijî jinan tundiyê pêk tîne û bi vê awayî dixwaze peyamê bidde civakê û mînaka Efganistanê da. Yalda Ahmed destnîşan kir ku Talîbanê li Efganistanê bi polîtîkayên xwe yê dijminatiya jinê dixwaze zexta xwe belav bike û wiha pê de çû: “Bi denge herî biçûk ya jinê jî bi şeklekî pir zalimî bersiv didin. Li aliyek din jî jinên Îranî bi zextên dij mirovî ya Komara Îslamî ya Îranê re rû bi rû dimînin. Komara Îslamî ya Îranê bi salan hewil dide protestoyan bi qetlîaman bitepisîne. Ya din jî li jinên Filistinê dibin şahîdê mirina zarokan û hişweşandina welatê xwe. Kurdistan bi salan li dijî DAIŞ û grubên dewletên Îslamî yên paşverû re têdikoşin. Jinên Kurd bi tekoşîn û berxwedana xwe destanan nivîsandin. Lê hişmendiya dijminê jinê jîn jî li ser desthilatdariyê ye û sucên xwe berdewam dikin.”
Bijî hevgirtina jinên cîhanê!
Yalda Ahmed wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Li gor min tenê rêyek ji jinan re dimîne, ev jî hevgirtin û yekîtî ye. Em jinên cîhanî dikarin bi bi hevgirtin û yekîtîyê bi serbikevin. Divê em li dijî vê hovîtî, bêedaletî û dijminatiya jinê têbikoşin. Bijî hevgirtina jinên cîhanê.”