Y.Ç ya şîdetê dibîne: Ez naxwazim şans bidim, dixwazim bijîm

Y.Ç. ya ku ji ber hevberdanê xwest, hevjînê wê N. Ç. gefa mirinê lê xwar bi gotinên; “Ez dixwazim bijîm” daxwaza piştgiriya jinan anî ziman.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn – Li Tirkiyeyê şîdeta li dijî jinan her diçe zêdetir dibe. Tenê di meha Çileyê de 34 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên ji bo parastina jinan naxe meriyetê, dijberî wê gotinên paşverû yên dijminane, kêmasiya di warê polîtîkayên ji bo jinan de, biryarên darazê dibin sedema zêdebûna qetilkirina jinan.

Y.Ç. ya zaroka 4 zarokan li Kerborana Mêrdînê dijî, yek wan jinan e rastî şîdetê tê. Y.Ç. ji aliyê N.Ç. yê pê re zewicandiye ve, bi awayî pergalî rastî şîdet tê û gefa kuştinê lê tê xwarin. Y.Ç. diyar dike ku ji ber şîdeta ku dîtiye serî li saziyên têkildar daye lê kiryar serbest hatiye berdan û dibêje ku ji ber biryara hevberdanê daye bi kuştinê gef lê hatiye xwarin.

 ‘Hem gefê li min dixwe hem jî li malbata min’

Y.Ç. ji ajansa me re behsa tiştên jiyan kir, diyar kir ku her dem bi mirinê gefê li dixwe û wiha got: “Ez di sala 2012’an de zewicîm. Ji wê rojê ve heta niha şîdetê dibînim. Dema em li ba hev bûn gefa kuştinê li min dixwar, bi weşandina kêrê û eşyayan hewl dida min birîndar bike. Ne tenê li min şîdetê li zarokên min jî dikir. Ji derveyî şîdetê jî her dem heqaret dikir. Di bûyera dawî de min biryar da hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe wî berdim û hatim ba dayika xwe. Piştî hatim ba dayika xwe jî hem peyaman ji min re dişîne, hem jî li min digere, min û malbata min bi kuştinê tehdît dike. Bi gotinên; ‘Ez werim wê derê tu kes nikare te ji dest min xilas bike’ gefan li me dixwe.”

 ‘Tevî biryara dûrxistinê jî gefên xwe didomîne’

Y. Ç. diyar dike ku di bûyera dawî de çûye qereqolê û got: “Ez nikaribûm biçim malê. Piştî min gilî kir wê binçav kirin. Piştî rojek di binçavan de ma, bi biryara dûrxistina ji malê wî berdan. Malên me pir nêzî hev in. Tevî biryarê jî hê gefan li min dixwe. Ez hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe bi fikar im. Dema ku min got ez hevberdanê dixwazim got ‘ez ê te bikujim.’ Daxwaza min tenê hevberdan e.”

‘Şans dayîn, tê wateya mirinê’

Y.Ç. diyar kir ku mezinên malbatê dibêjin; “Şansek din jî bidê” wiha bi dawî kir: “Min gelek caran şans dayê nebû ji ber wê dayîna şansê tê wateya mirinê, dixwazim bijîm naxwazim bimrim. Daxwaza min tenê piştgirî ye, ez naxwazim careke din vegerim wê mala şîdetê.”