Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin hejmara qurbaniyan zêde dibe

Xwepêşandanên Îranê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Mehsa Emînî ya bi destê polîsên exlaq ên welat hat qetilkirin ket hefteya duyemîn.

Navenda Nûçeyan - Di 23’ê Îlonê de, Tehran piştî hefteyekê ji xwepêşandanan bû meydana xwepêşandanên nû yên hêrsa gel û tepeserkirina wan bû sedema kuştina herî kêm 50 kesan, li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê.

Li ser torên dîjîtal wêneyên jinên Îranî belav bûn ku hîcabê serê xwe dişewitînin û dirûşma “Em hemû Mehsa Emînî ne” diqîrin. Cihên kombûna xwepêşanderan li Tehran û gelek bajarên Îranê veguherî qada şer, piştî ku hêzên ewlekarî yên Îranê bi gaza rondikrêj û guleyên rastî hewl dan girseya xwepêşanderan ji hev belav bikin.

Vîdyoyên li ser malperên torên dijîtal nîşan didin ku zilamek bi cilên leşkerî ye û xwepêşanderan gulebaran dike. Dîmenên din nîşan didin ku xwepêşander li ber Otela Park Royal li bakurê Tehranê direvin, li ser cadeyek ku şahidê kaos û agir bû û herî kêm dengê heşt guleyan hatin bihîstin ku jêdera wan nehat zanîn.

Çalakvan û medyayê ragihandin ku xwepêşander li çend bajarên Îranê bi hêzên ewlehiyê re ketine pevçûnê, wesayîdên polîsan şewitandin û dirûşmên dijberiya rejîma Îranê bilind kirin.

Rêxistinên sivîl ên ku ji derveyî Îranê kar dikin, tepeserkirina tund a li ser xwepêşanderan şermezar kirin.

 Înternet li seranserê welêt, bi taybetî ji bo sepanên WhatsApp û Instagram, qut bûye.

Li gorî agahiyên ku rêxistinên sivîl û medyaya dijîtal belav kirine, hêzên ewlekariya Îranê çalakvanên navdar ên civaka sivîl û rojnamevanek ku roleke sereke di eşkerekirina dosyeya mirina jina ciwan Mehsa Emînî de hebû, girtin.

Li gorî vîdyoyên ku li ser medyaya dijîtal û ji aliyê çalakvanan hatine belavkirin, di xwepêşandanan de pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de hebûn û xwepêşander otomobîlên polîsan şewitandin û kevir avêtin wan.

Banga ji bo rêzgirtina mafên jinan û mafê îfadekirinê

Neteweyên Yekbûyî bang li rayedarên Îranê kir ku rêzê li azadiya derbirînê, civînên aştiyane û mafên jinan bigirin.

Di konfranseke rojnamevanî ya rojane de ji baregeha hertimî ya li New Yorkê, berdevk Stephane Dujarric bang li hêzên ewlehiyê kir ku xwe ji bikaranîna her hêza ne hewce û nehevseng dûr bigirin û wiha axivî: “Divê gavên zêdetir bên avêtin ji bo rakirina cureyên cudakariyê yên li dijî jin û keçan û pêkanîna tedbîrên bi bandor ji bo parastina wan ji binpêkirinên mafên mirovan li gorî pîvanên navneteweyî.”

Piştevaniya Kurdistanê û Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û tê de wiha gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a ji bo azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê wê bibe sedema destkeftiyên berdewam di her du waran de.”

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salha Idînîz di daxuyaniyê de wiha got: “Rejîmên faşîst û dîktator ên li her derê cîhanê her tim hewl didin jinan bikin hedef, ji ber ku dixwazin azadiya xwe bi dest bixin û pêşerojeke azad ava bikin.”

Di daxuyaniyê de êrîşa li Îranê ya li dijî Kurdan bi taybet jinan hat şermezarkirin û daxwaza berdana kesên di xwepêşandanan de hatin girtin hat kirin.

Kesên daxuyanî îmze kiribûn bang kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiye û wiha gotin: “Em bang li saziyên navneteweyî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dikin ku rejîma Îranê ji ber qanûn û siyasetên xwe yên nijadperest, zayendîperest û dijî jinê ceza bikin û li dijî zextên li ser jinan helwestê nîşan bidin.”