Xwepêşandanên gelê Mehabadê didome
Li bajarê Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê, rûxmê hemû astengî û tedbîrên polîsên rejîma Îranê jî, xwepêşandan û grev berdewam dikin.
Mehabad – Mehabadiyan, ji bo piştgirî dayîna serhildana gel herikin kolanan û agir pêxistin. Tûcar û xwediyên dikanan jî ketin grevê û bazarê girtin. Şahidek bûyerê ji ajansa me ra wiha got: “Mirovan şev saet 9’ê li kolanan kombûn û deverên bajara Mehabad û Meydana Serbixwe agir pêxistin. Li nêzî Perqa Malat dengê çekan hat bihîstin û ev dinava çalakvanan de bû sedama tirs. Gel di mehaleya Personel de kolanan da ber agir. Di aliyê din ya bajara Mehabadê, tedbirek tund ên ewlehiyê hat girtin.
Di meydanan de sirûd bilind bûn
Şahidê bûyerê ku diyar kir polîsên rejîmê ji ber serhildana gel neçar man paşve vegerin, wiha axivî: Li bajara Mehabadê di navbera şeniyên heremê û hezên rejîmê de pevçûn derket. Gel bi molotofan bersiva êrişan da. Dema hezên rejîmê gule reşandin, polîs cop bikaranî û piştre reviyan. Piraniya gilopên bajar girtibûn. Her ku berbi Meydana Serbixwe û meheleya Perî Chelanan ve diçû, gilop vemirin. Meydana Serbixwe dan ber agir. Mirovan ji hemû deverên bajêr herikin vê qadê û her ku diçû sûrit bilind dibûn.”