Xwepêşandana Tevgera Nifşê Z di roja 8’emîn de didome

"Tevgera Nifşê Z212" ya ku ji ciwanên Mexribê pêk tê, li gelek bajarên Mexribê bi daxwaza reformên civakî xwepêşandanên xwe didomîne.

Navenda Nûçeyan – "Tevgera Nifşê Z212" ya di platforma Dîscordê de zêdetirê 180 hezar endamên wê heye, heta ku daxwazên wan bên bicîhanîn, di domandina xwepêşandanên aştiyane de bi îsrar e.

Xwepêşandanên ciwanan ên bajarên Mexribê dihejîne, di roja 8’emîn de ye. Xwepêşanderan, diyar kirin ku her cûre tundî, kaos û wêrandinê red dikin.

Xwepêşanderan, ji xirikandina nava tundiyê û dubarebûna tiştên ku li welatên cîran qewimîn ango veguherina “Bahara Gelan’ ya kareketek mezin a civakî ya di encama bikaranîna tundiyê ya dewletê û çekdarkirina şoreşê ya hêzên derve de, ditirsin.

Endamên tevgerê, alîgirên wê û gelê ku daxwazên wan dipejirîn 8 roj in, bi daxwaza baştirkirina xizmetên tenduristî û perwerdehiyê derdikevin kolanan. Daxwazên ji bo dawîanîna gendeliyê, zêdebûna derfetên kar û baştirkirina xizmetên tenduristî û perwerdehiyê roj bi roj zêde dibin.

Li aliyê din, hikûmetê bêyî pêşkêşkitina başkirinên berbiçav, banga diyalogê kir. Wezîrê Ciwan û Ragihandinê yê Mexribê, got "Pirsgirêkên di sektorên tenduristî û perwerdehiyê de ji hikûmetên berê mîras maye” û hikûmetên berê berpirsyar dît.