‘Xweparastin çalakiya zanîna rastiya xwe û pêkanîna wê ye’ (1) - HEVPEYVÎN

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk got ku li dijî zihniyeta dewlet-mêr a her diçe dijwar dibe, mijara xweparastinê tê nîqaşkirin, jineolojî vê weke “Rewşa çalakiya zanîna rastiya xwe û pêkanîna wê” dibîne û li ser mijarê bersiv da pirsên me.

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan - Di serî de welatên Rojhilata Navîn di şerên ku li gelek welatên cîhanê belav dibin de jin destpêkê dibin hedef. Jinên ku bi polîtîkayên desthilatdariyan ên tecawiz, tacîz, şîdet û koçberkirinê re rûbirû dimînin, li malê û li kolanan jî rastî şîdeta mêran tên. Polîtîkayên şer, şîdeta mêr xwedî dikin, li dijî vê jin bi têkoşîna bi hev re berxwedanê bi pêş dixin û di nava lêgerînan de ne. Mijara xweparastinê ji aliyê jinan ve ji pêdiviyek zêdetir bûye rewşeke mecbûrî. Ev mijar di rojeva jinan de mijara yekemîn e.

Li cîhana ku rojê herî kêm sê jin tên qetilkirin, bi taybetî di şeran de her diçe hejmar zêde dibe. Ji ber vê yekê xweparastin ji bo jinan yek ji mijarên jiyanî ye. Jin ger rêbazên rêxistinbûn û xweparastinê bi pêş bixin dê bikaribin li dijî her cure êriş û polîtîkayên zihniyeta mêrên desthilatdar bibin bersiv. Li ser vî bingehê me mijara xweparastinê bi hemû hûrgiliyên wê ji endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk pirs kir. Di beşa yekem a hevpeyvîna me ya ku ji du beşan pêk tê de em ê binêrin ka jineolojî çawa li ser xweparastinê disekine, bi taybetî li dijî dejenerasyona çandî xweparastineke çawa dikare bi pêş bixe. Her wiha em ê li ser armanca pergala desthilatdariya mêr ku li ser civakan netewperestî, olperestî û zanistperestiyê nîqaş bikin.

*Jineolojî xweparastinê çawa pênase dike?

Jineolojî xweparastinê weke jiyanê pênase dike, ango jiyan bi xwe ye. Jiyana bê xweparastin pêkan nîn e. Hem di xwezaya yekem de hem jî ya duyem de, dema ku em bi awayekî berfireh lêkolîn dikin, pir zelal vê yekê dibînin. Ji bo xweparastinê zanîna rastiya hebûna xwe, xwenasîn û pêkanîn xwebûn e. Em dikarin bibêjin ku rewşa çalakiya pêkanîna zanîna xwe, polîtîkaya wê ye. Ji vî aliyê ve bi taybetî dema ku em di mijara jinan de digrin dest em dikarin bibêjin ku dema ku jin di ferqa rastiya xwe de bin, dîrokê bizanibin û li ser wê esasê ji bo hebûna xwe pêk bînin, çi hewce dike polîtîkaya wê ava bikin û bixin meriyetê, dibe xweparastin. Bi giştî di bîrdoziyên serdest de, dema ku xweparastin tê gotin, aliyê fizîkî tê hişê mirov. Weke têgeheke parastina bedenî yan jî bi wateyeke berfirehtir bi aliyê dewletan ve bi hêzên çekdar an jî leşkerî re tê nirxandin. Lê dema ku em vê yekê ji bo zanîna jiyanê, weke hişmendiya zanîna rastiya xwe digrin dest; bi awayekî pir zelal dibînin ku xweparastin ji polîtîka, heta aboriyê, ji ekolojiyê heta çandê, ji nava malê heta kolanê ye. Ev rastiyeke wisa ye ku di hemû waran de em dibînin. Em jiyana xwe çawa bi rêxistin dikin, çawa civakîbûna xwe pêk tînin û jiyana çawa dixwazin, çawa û bi kê re dikarin pêk bînin. Di her warê ku îradeya me dibe mijar, ev rastî derdikeve holê. Dema ku em pênaseya jineolojiyê dikin jî em dibêjin zanista jiyan û jinan e lê em ji bo jineolojiyê pênaseyeke berfirehtir dikin û dibêjin ku di heman demê de zanista xweparastinê ye.

*Netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestiya ku ji aliyê zihniyeta serdestiya mêr ve li ser civakan tê ferzkirin ji bo hebûn û nasnameya jinan xwedî gefên çawa ye?

Divê ku mirov li vê derê hinek behsa teoriya gulê ku Rêber Apo behs dike bike. Di têkoşîna azadiya jinên Kurd de xweparastin xwedî cihekî girîng e. Aliyên vê yên ku pêş ketine hene. Dema ku mirov di nava van aliyên pêşketî de dinêre dibîne ku pêkanîna rêxistinbûna xweser a jinan, di warê aborî, çekdarî, çandî û hunerî de rêxistinbûn; dibe aliyeke vê yekê. Aliyekî wê yê din jî sazîbûyîn e. Ji aliyekî din ve jî dema ku em aliyê wê yê sazîbûyî û felsefî digrin dest, dikarin li gorî teoriya gulê ya Rêber Apo îzah bikin.

Di teoriya gulê de; gul bi hemû xweşikbûna xwe li holê ye, cezb dike, dikşîne, xweşikbûn û rastiya xwe nîşan dide lê striyên wê jî hene û ew jî mekanîzmayek ji bo parastin û hebûna rastiya gulê ne. Ji ber wê gotina ‘gul bi strî nabe’ behsa felsefeya xweparastinê dike.

Di bin gotina ‘jin gul in’ de nêzîkahiyeke çawa heye?

Di nava pergala klasîk de nêrîneke wiha heye; dibêjin jin gul e kulîlk e. Di roja 8’ê Adarê de mêr dikevin pêşbaziyê ji bo ku gulan bidin jinan, em vê yekê di medyaya desthilatdariyê de jî pir dibînin. Di bin nêzîkahiya jin gul in de çi heye? Jin dê çawa rewşa xwe ya gul û balkêşiya xwe ya civakî biparêzin. Dema ku em ji vê xalê dinêrin, em rastiya gula ku bê strî hatiye hiştin dibînin. Ger em gulê weke estetîk pênase bikin, em ê bibînin ku jin jî bi heman rengî xwedî estetîka jiyanê ne lê dema ku nirxên civakî yên vê estetîka jiyanê biparêzin û bixin bin temînatê tunebin; dikare bêparastin bimîne, were hilqetandin û biçilmise.

Pêvajoya ku gul bê strî hat hiştin jî demdirêj û bi dîrokê re pêk hat. Weke ku me li jorê jî behs kir bi gelek paradîgmayên bîrdozî, olperestî, netewperestî û zayendperestiyê ev rewş çêbû. Dema ku em îro li xetên şikestina jinan a di warê hest, felsefe û xweparastinê de dinêrin, em dibînin ku ku ev xêz, bi bîrdoziyan hatine honandin. Mînak bi netewperestiyê re, hesta welatparêziya jinan, hesta hebûyna wan a bi xwezayê re hat tengkirin. Tenê ket asta nasnameya nijadê yan jî perçeyek ax û bi polîtîkayên şer ên dewletan, ketin statuya dayikên ku ewladên ji bo polîtîkayên şer ên dewletan bibin amûr xwedî dikin. Hêza herî mezin a jinan, hêza wan a gerdûnî ye, hêza yekbûna wan a bi xwezayê û îradeya wan. Jinan welatîbûn û welatparêziyê di nava civakîbûyîna xwe de mezin kirine. Bi netewperestiyê re ev xet hatiye şikandin.

Dijberî olperestiyê; nirxên ku jinan afirandine, tişta ku em jê re dibêjin ‘exlaq’ ava dike. Îro bi zêdebûna olperestiyêr e mijara exlaq bi têgeha ‘namûsê’ re dibe yek û rê vedike ku her roj jin werin qetilkirin, her roj werin biçûkxistin, di nava şermê de bimînin. Jin îro ji bo gelek bêmafiyên ku dijîn, bi gotinên olî dibêjin nesîb, qeder e “dikşînin nava xwe.” Hebûna jinan ku bi xwe mijara exlaq e û pergala exlaf ava dike tune tê dîtin.

Têkiliya jinan a bi hebûna wan re ji holê hatiye rakirin

Zayendperestî rastiyeke wisa ye ku em pir li ser diaxivin lê wisa ye ku ne weke zayenda duyemîn nîqaşkirina li ser jinan, di sedsala berê de weke mirov dîtina jinan jî bûye mijara nîqaşê. Têkiliya jinan a bi hebûn û bedena xwe re ji holê hatiye rakirin, têkiliya wan a bi hebûna xwe re hatiye xirakirin.

Ji aliyê zayendperestiya ku jin ji mêr kêmtir dibîne, weke çîna duyem dibîne, cîhana hestên ku xwe li pey mêr û jê kêmtir dibîne. Em dikarin mînakên vê zêde bikin. Ev hemû bi dîrokê re çêbûne û heta îro li ber çavên me ne.

Xetên diyar ên bîrdozî ku heta roja me ya îro mane, di astek gelek xeternak de ne. Bi taybetî dema em Kurdistanê bigrin dest, hem jî ger em di asta erdnîgariyên cuda yên cîhanê de bigrin dest, li ser vê bîrdoziya ku jinan ji mirovan nedihesiband, ruhê wan, daxwazên wê, hemû tiştên ku bi îradeya xwe dixwaze rastiyek ku tune dihesibîne tê jiyîn. Jin weke amûreke propagandeya netewperestî û kolekirina dîn tên bikaranîn. Mînaka DAIŞ’ê heye, jinên ku beşdarî wê bûne hene. Weke gava ku jinan bi îradeya xwe avêtine tê dîtin, di heman demê de ger em bikevin kûrahiya wê mudaxeleya tercîhên azadiya jinan heye. Jin wisa di pêvajoyeke bi erişan de derbas bûne ku nikaribûne bikevin ferqa rewşa ku tê de ne.

Li aliyê din dema em li dîmenên cuda yên zayendperestî û netewperestiyê binêrin, pêwîsî bi kûrahî bi analîzkirina şerê taybet heye. Rewşa aşiqê dijminê xwe bûn, îfadeyek ku parastina cewherî ya jinan rakiriye. Ev zirav zirav tê nexşandin. Rewşên ku ji ber xwe ve çênebûne derdikevin pêşberî me. Em vê bi asta Kurdistanê re digrin dest, dema em gerdûnî mêze dikin êrişek ku di xeta dîn û netewperestî de mezin dibe heye. Ez zayendperestiyê nabêjim, xetek ku her dem berdewam dike tê şopandin. Jixwe bîrdoziyên ku zayendperestî û olperestiyê bi awayekî strandî dinexşîne çêdibe. Weke bîrdoziyên ku mirov ji hev cuda nake tê pêşberî me. Mînakên vê jî ji Pakistan heta Arjantînê erdnîgariyek berfireh derdikeve pêşberî me. Em ji çapemeniyê dişopînin, rasterast em şahidiyan jî dibînin.

*Di salên dawî de qirkirinek cidî ya çandî, asîmîlasyon û civakî ji aliyê desthilatdariya dejenerebûyî ve tê pêkanîn. Li dijî vê wê parastina çandî çawa bi pêş bikeve?

Parastina cewherî ya çandî yek ji rehendên ku divê berfireh û pir alî were destgirtin e. Xweparastin der barê hemû qadên jiyanê de di bingehê de em dikarin weke çalakiyên din ên daraza jiyanê binirxînin. Çandî jî rewşa bedenbûna civakê ye formulên wê îfade dike. Ji ber wê jî çand jî qadeke ku em çi dixwin, çi vedixwin, çawa êşê dikşînin, heta em çawa hez dikin, em bi çi kêfxweş dibin, ji çi bi hêrs dibin wateyek fireh a digre nava xwe ye, çanda jiyanê ye. Dema em li pêkanînên şerên taybet dinêrin, dibînin ku êrişek li dijî çanda me heye. Li dijî vê di giştî de divê em wê biparêzin. Çanda me ya jiyanê çawa ye û çawa em ê biparêzin? Ji bo vê pêşxistina hişyariyê pêwîst e. Şerê taybet çi dike, em li dijî wê refleksek çawa nîşan didin. Ji ber vê heta ku em hişyariya civakê bi pêş nexin, ji bo parastina çanda xwe em ê gavên bi tendirust û meyinde navêjin. Di van salên dawî de sedsala 21’ê sedsala jinan e, em di wê îdiayê de ne û tevgerên jinan ji bo vê dixebitin. Di heman demê de sedsala 21’ê êdî teknîka zekaya çêkirî, teknîka sanal gelek ketin jiyana me, ji derveyî têkiliyên me yên rasterast, di civaka sanal de, di bin navê civakbûnê de cîhana dîjîtal a hatiye avakirin, bombebarana herî diyar dîmenên ku hemû cureyên naverokan tê de hene, çanda jiyanê êdî ber bi nasnekirina wê ve diçe.

Parvekirinên rasterast girîng in

Heta beriya 20 salan, dema ku me pirs dikir çanda Kurdî çi ye, bersiv zelal bûn, çanda Ereban çi ye û çanda Tirkmenan çi ye bersivên zelal dihatin dayîn lê belê niha hêdî hêdî em dibînin ev şêlû bûye. Di holê de rastiya ku nexwedî tu derane û ne girêdayî tu gel û kokên dîrokê ne, pêkanîneke çandî derdikeve holê. Di heman demê de rewşa bê çandbûnê derdikeve holê. Li ser rûyê vê dinyayê govendên me yên ku em bi destên hev bigrin, stranên me yên ku em nefesên hev hîs dikin, şevbuhêrkên me yên êş û kenên di çavên me de tên dîtin û lîstokên me yên ku dema li kolanan em dilîzin dest û lingên me birîndar dibin divê bimînin.

Divê em girêdayî cîhana ku ‘Cîran muhtacê xweliya cîran e’ bimînin, ew çanda jiyanê ya ku em dibêjin em biparêzin û divê em vê di qada çand û hunerê de bibînin. Aliyek wisa ku em jiyana xwe biparêzin heye, parastina nirxên xwe yên jiyanê ne bi riya telefon û televîzyonê yan jî bi riya înternetê, bi riya pergala bîra xwe, bi extiyar, heval û hevriyên xwe divê pergala gihandinê zindî bimîne. Ji ber vê parvekirinên rasterast û formên madî yên civakbûnê gelek girîng in. Di asteke din de ji bo ev yek wiha li ser cehwerê xwe bimîne divê xebatên çand û hunerê yên jinan û di wateya civakbûnê de berfirehtir, bibin, xwedî sekneke wisa bin ku di ferqa pirsgirêkan de be.

Di sedsala 21’ê de li dijî şerê taybet çi dikare were kirin, li dijî zimanê hegemonîk ê vê sedsalê divê em rastiya dîroka xwe ya kevnar û rengê wê dihilgire û di heman demê de zimanê ku nifşê îro bi bandor bikin, îfadeyên çawa ava bikin divê em lêhûrbûn bikin. Dema em li vî alî temaşe bikin, ji formên çand û huner, li aliyekî berdewamiya çêkerên kevneşop. Ji bo ku ev ji bîra me neçe xebatek girîng e.  Mînakên dengbêjî û koman heye. Ev dibe alîkar ku li bîra mirov bar bibe lê belê li aliyê din divê em bikaribin formên hevçerx û nûjen ava bikin. Ji bo ku jinên ciwan ber bi formên huner û saziyên çandî û hemû civakê ve biçin û li dora vê xetê kom bikin, di sedsala 21’ê de li dijî hegemonyaya modernîteya kapîtalîst hebûna xwe biparêzin û di wateya hişyarkirinê de dibe faktorek ku hêzê bide.  

Di vê wateyê de divê destanên me yên eşqê werin destgirtin û lêkolînkirin, ji van formên nûjen û hevçerx derbikevin. Divê dîroka trajediya eşqên Kurdî çawa hatiye jiyîn û ev trajedî çawa tê jiyîn, nîşanî ciwanên Kurd bê dayîn. Divê em hêza fikrî berfireh bikin. Rastiya ku aşiqê dijminê xwe dibe, yan jî bi du gotinên xweş, îltîfatên ku derfetên jiyana rehet nîşan dide, em çawa bi wan gavan bi bandor nabin divê em nîşan bidin. Ez difikrim ku bi formên cuda yên çand û hunerî wê ji bo van bibin bersiv. Asta xweparastinê, hem bi xebatên formên civakî yên dîrokî, tê halê rehendê, hem jî li aliyê din li dijî civakbûna me li dijî êrişên li dijî rastiya jinan û jinên ciwan avakirina hişmendiyê tê îfadekirin. Di vê wateyê de wê xebat xwedî bandoreke piralî be û sûda wê ya çandî hebe.

Sibe: Konfederalîzma Jinan a Cîhanî û pêşxistina xweparastinê