‘Xwendin riya xweperwerdekirinê ye’

Nivîskar û rojnamevan Nêrgiz Ismayîl behsa girîngiya xwendinê kir û got ku xwendin xweperwerdekirina mirovan e.

ZEYNB ÎSA

Qamişlo – Xwendin, têgihîştina rastî û heqîqetê ye, tişta herî sereke û girîng e di jiyana mirovan de. Mirov bi riya xwendinê xwe perwerde û zana dike. Ji bo vê jî gere her dem mirov bixwîne. Nivîskar û rojnamevan Nêrgiz Ismayîl behsa girîngiya xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo bilindkirina rêjeya xwendinê tiştên ku divê nivîskar û rewşenbîr bikin kir.

'Hêz û hizra rewşenbîrî di civakê de bi pêş dixe'

Nêrgiz Ismayîl behsa girîngiya xwendinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: "Ev sala 2024'an, bi pile û zanisteke  bilindtir bernameyên ku hatine pêşxistin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêz û hizra rewşenbîrî di civakê de bi pêş dixe û di heman demê de ji bo avakirina nifşê Kurdewar û ji netewperestiyê dûr ku karibe xwedî li zimanê xwe derkeve girîng e. Rola sereke dikeve ser milên mamosteyan, bi taybetî dayikên mamoste ku çawa di hundirê civak û malbatê de dayiktiya xwe dikin. Sîwaneke ji hevgirtin û komkirinê ava dikin li ser asta zanistî, çandî û pêşxistina nifşê nû di nava dibistanan de rola mezin dikeve ser milên wan ku ew mamoste xwedî li zimanê Kurdî derkevin û pêşengiya civaka Kurdî bikin."

'Xeterên mezin ên teknolojiyê hene'

Nêrgiz Ismayîl bal kişand ser pêşketina têknolojiyê û bandora wê ya li ser xwendinê û wiha berdewam kir: "Bêguman pirsgirêk pir hene. Êrîş û dagirkerî li ser herêmên me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Di dema me ya niha de têknolojî pir li bêş ketiye sûdên wê yên erênî jî hene û bandorên wê yên neyînî jî hene, pirsigrêka herî mezin ew e ku telefon dibe kelem li hemberî çanda jiyana komînal. Ew girêdana bi telefonê civakbûyînê qels dike, hevaltiyê lawaz dike di wê demê de ew telefon û teknolojî xeterên mezin bi xwe re tînin. Di dema niha de bi hezaran pirtûk û çîrokên zarokan tên çapkirin, ewqas pêşketin di nava şoreşê de hatiye avakirin bi Erebî, Kurdî, Siryanî û hwd. û hemû pêkhate girîngiyê didin vê mijarê lê dema ku ew zarok di temenê 4 salî de bin dayik an jî bav telefonê bidin wan jiyana civakî ya wê zarokê û xwenaskirin çênabe û dibe sedema nexweşiyên derûnî. Aliyekî din jî bandorên wê yên neyênî li xwendina pirtûkan heye û xetera wê li ser civakbûyînê jî heye."

'Xwendin û xwedîderketina li nifşê nû pir girîng e'

Nêrgiz Ismayîl diyar kir ku pêwîst e mirov xwendina xwe bi pêş bixe û wiha bi dawî kir: "Xwendin û xwedîderketina li nifşê nû tiştekî pir girîng e di jiyana mirovan de. Divê ku semîner pir bi pêş bikevin bi zimanê Kurdî, li ser her mijarê komcivîn werin dayîn. Dema ku em van hurguliyên di nava civakê de aliyê zanistî negirin dest em ê gelekê ji bo dîrokê û demên pêş nikaribin bavêjin. Ev gelekî girîng e ku mirov di ber çavan re derbas bike ji bo ku bikaribe li ked û fedakariya şehîdan xwedî derbikeve.

Em jî weke gel, netew û xwedî nasname bibin xwedî hebûn. Ne tenê di aliyê can de, di aliyê hişmendiya xwe ya demokratîk, hestên xwe yên avakirina civakeke komînal û çandeke ku di bin sîwana neteweya demokratîk de mirovan ava bike û bi pêş bixe ji bo pêşerojî jî ji dîrokê re bike mal."