Xwendevanên Afaq Almeraa: Kovar bû dengê jinan

Xwendevanên kovara Afaq Almeraa ya gotin ‘Kovar bû dengê jinan’ bi boneya salvegera yekem a kovarê ev peyam dan: “Pêwîst e em xwedî li şoreşa jinan derkevin û ji bo parastina wê têbikoşin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Kovara Afaq Almeraa ya bi zimanê Erebî weşanê dike û di 20’ê Gulana 2023’yan de hejmara xwe ya yekem çap kir bi dirûşma ku bibe dengê jinan salekê ji xebatê li pey xwe hişt. Di vê kovarê de, gelek jin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi nivîsên xwe ronahiyê didin pirsgirêkên jinan û weke çareserî rêxistinbûna jinan. Jinên Rojhilata Navîn, herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Ewropa peyamên xwe pêşkêş kirin û salvegera yekem a kovarê li hemû jinan pîroz kirin.

‘Afaq Almeraa bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dimeşe’

Berdevka Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo salvegera damezrandina kovara Afaq Almeraa li tevahî jinên kedkar, xebatkar, nivîskar, sosyalîst, rojnamevan û jinên ku ji bo bilindkirina asta têkoşlînê di şoreşa jin de ked didin pîroz kir û wiha got: “Afaq Almeraa bi rih û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir. Weke ku Rêber Apo dibêje sedsala 21’an wê sedsala jin be. Em dibînin li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê jin di hemû qadan de têkoşîneke dîrokî dikin. Ji bo parastina vê têkoşînê, ji bo parastina nirx û nasnameya vê şoreşê divê em bi rihê Afaq Almeraa û bi hestên jinan dîroka şoreşa jin binivîsin.”

‘Ji bo hişyarkirin û perwerdekirina jinan ked dide’

Cîgira Serokê Kombenda Newroz a Civakî û Çandî ya Lubnan Henan Osman jî serkeftin û destkeftiyên Afaq Almeraa yên salekê pîroz kir û got: “Kovara Afaq Almeraa hewl dide ku li gorî veguhertin û guhertinên cihêreng ên siyasî, civakî, çandî û aborî bi pêşkeşkirina mijarên guncaw ên ku xizmet, hişyarkirin û perwerdekirina jinan dike cihêreng bike. Em koma xebatê pîroz dikin û serkeftinê di  berdewamiya ritma nivîsandin û weşanê dixwazin.”

‘Bû deng û rengê jinan’

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo destnîşan kir ku kovara Afaq Almeraa bûye deng û rengê jinan û wiha got: “Em kovara Afaq Almeraa dişopînin, jê hêz û moral digrin. Em dibînin ku pêwîstiya jin ne tenê bi kovarekê heye ji bo  xwe nas bike, ji bo xwedî li xwe derkeve, ji bo têkoşîna azadiyê xurttir bike û kurtir bike. Li ser vê bingehê ev kovareke gelek girîng e. Dema ku mirov kovarê dişopîne, tê de rastiya xwe dibîne. Em salvegeran kovarê li hemû jinan pîroz dikin, jinên ku hîna kovar negihaye ber destê wan, em hêvî dikin ku di sala nû de bigihêje destê her jinekê. Em daxwaz dikin ku her jinek kovarê bişopîne.”

‘Kovarê derfet dan jinan ku bi nivîsê xwe îfade bikin’

Endama Akademiya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Zehîde Maemo diyar kir ku Afaq Almeraa ya bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet da jinan ku bi nivîsê xwe îfade bikin û wiha domand: “Kovarê rê li pêşiya jinan vekir ku li ser serkeftin, destkeftî û dîroka têkoşîna xwe binivîse. Îro ev kovar tevî hemû zehmetiyên heyî, li herêmê deng veda. Her wiha bal kişand ser jinan ji bo ku bêtir afirîner bin.”

‘Afaq Almeraa dîwarên navbera jinên cîhanê de şikand’

Melek Alhuseyn ji kampa Şehba-Efrîn tekez kir ku sala 2023’an bû sala serhildana jinan ku bi karîn dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind bikin û bi vê felsefeyê mohra xwe bihêlin û li cîhanê belav bibe û ev tişt  anî ziman: “Jinên Kurd her tim ji bo hemû jinan bûne mînak di yekgirtina daxwazên jinên azad de di şoreşa jinê de, ji ber ku karîbûn mohra xwe li hemû qadan bidin. Bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derxistina kovareke çandî, siyasî û rewşenbîrî karîbûn van qadan berfireh bikin û dîwarên di navbera jinên cîhanê de hilweşînin. Kovara Jinan Kovarek ji bo hemû jinên ku bi hesreta azadiyê û yekkirina daxwazên jinên cîhanê ye.”