Xwendevanan daxwaza mafên xwe kirin

Xwendevanên herêma Koye û Kelar çalakî li dar xistin daxwaza bi fermî tayînbûn û bi cih anîna xwestekên xwe kirin.

Navenda Nûçeyan – Îro danê siharê komek xwendevanên ku beşa derûnasî yên zanîngehê qedandine, li navçeya Koye li ber deriyê zanîngeha Koyê çalakî li darxistin. Xwendevanan diyarkirin ku tevî gelek pirsgirêkên civakê yên derûnî û di nava navendên xwendinê de jî ewqas pirsgirêk hene, hikumet hewil nade pirsgirêkan çareser bike û xwendevanên ku zanîngeh qedandine tayîn nake.

‘Hikumet hewla çareseriya pirsgirêkê nade’

Xwendevanên ku bi daxwaza mafên xwe daxuyanî dan wiha gotin: “Em dizanin pêwîstiya derûniya mirovan bi aramiyê heye. Dema Îran Koye bombebaran kir, derûniya xwendevan û mamostayan xirab bû. Lê ti şêwirmendiyek ya derûniyê li dibistanan nebû. Hikumetê hewla çareseriya vê pirsgirêkê nedan, hebûna me li wan cihên ku pirsgirêk lê hene em ê bikarin beşek ji ew cihên pirsgirêk lê heye çareser bikin. Gelek pirsgirêkên civakê yên derûnî hene pêwîstiya wan bi çareseriyê heye û divê di demek ji ya din zûtir em werin tayînkirin.”

Her wiha îro li ber deriyê zanîngeha Germiyan ya girêdayî Kelar komek xwendevanên ji bo cihê ku li bimîne çalakî li dar xistin û daxwaz kirin ku pêwîstiyên wan dabîn bikin û pirsgirêkên wan ên cihê lê mayînê werin çareser kirin.