2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dest pê kir

2. Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li Berlînê bi dirûşma "Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê Ye" tê lidarxistin, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan – 2'yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku ji aliyê Tora Jin Pêşerojê Dihûnin ve bi beşdarbûna jinên ji çar aliyên cîhanê li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, dest pê kir. Konferansa ku li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina Jiyanê Ye” tê lidarxistin, bi axaftina vekirinê û çalakiyan dest pê kir. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn reng dan konferansê.

Axaftina vekirinê ya konferansa ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê hatin berzkirin ji hêla Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Melîke Yaşar ve hat kirin. Melîke Yaşar a bi bîr anîna Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û Nagîhan Akarsel a li Silêmanî ya Başurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku ji Îranê heyanî Arjantînê bi pêşengiya jinan li dijî pergala mêr serweriyê serhildanekê bê hempa dimeşe û wiha got; “Em bi xwe biryar didin ku emê çawa pêşeroja xwe bihûnin. Pêwistiya me bi têkoşînekê wiha heye ku pergalê ji rihên wî bin bixe. Ji bo vê dem hatiye ku em hêza xwe û enerjiya xwe li cihekê kom bikin û gav bavêjin.”

Melîke Yaşar axaftina xwe bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bidawî kir.

Paşê dîmenên Konferansa 1’emîn a di sala 2018’an de li Frankfurtê hatibû lidarxistin, hat temaşekirin.

Konferansa ku dê roja destpêkê bi axaftinan bimeşe, roja duyemîn jî dê bi guhdarkirina muzîkê bidome.