Xwendekarên Kobanê: Xwendina bi zimanê dayîkê şansek pîroz e
Xwendekarên refa amadehî yên bajarê Kobanê bi coşeke mezin dest bi sala nû kirin. Xwendekarên ku ev 12 sal in bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin dibêjin ku “Xwendina bi ziman, çand û dîroka xwe şansekî pîroz û bi wate ye.”

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 14’ê Îlonê ve dest bi sala nû ya xwendinê ya 2025-2026’an kirin. Bi hezaran zarok û ciwanên ku bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin, bi coşeke mezin berê xwe didin dibistanan. Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê ku gelê wê bi temamî Kurd in, dibistan û metiryalên wê jî bi zimanê Kurdî ne. Ji ber vê jî ji refa 1’an û heta dighê qonaxa zanîngehê zimanê zikmakî yê Kurdî di qada perwerdê de serwer e.
Ji bo naskirina coş û kelecana xwendekaran, ajansa me berê xwe da dibistana Şehîd Hogir a qonaxa amedehî.
12 sal in xwedin û perwerdeya bi zimanê Kurdî dibîne
Meryana Enza ku kêfxweşiya xwe bi gotinên “Ev 12 sal in bê navber bi zimanê xwe dixwînim ku ev ji bo şansekî mezin e” tîne ziman, wiha dibêje: “Min dest bi qonaxa dawî ya xwendina dibistanê kiriye ku em niha refa 12’an dixwînin. Ez bi xwe ji refa yekê û heta niha metiryalên Rêveberiya Xweser yê bi zimanê zikmakî dixwînim. Xwendina bi zimanê Kurdî di dirêjahiya 12 salan de, ji bo xwe şanseke hêja dibînim. Ne tenê ji bo xwe jî, ji bo nifşê me tevahî jî derfeteke ku nifşên din xweziya xwe pê tînin e.”
‘Nifşê me bi ziman, çand û dîroka xwe mezin dibe’
Meryana ku bal kişand ser kelecana bidawîkirina qonaxa dibistanan, wiha got: “Me bi dilxweşî û coşeke mezin dest bi sala nû kiriye. Bi taybet jî ku di sala pêş de emê êdî dest bi zanîngehê bikin ev ji bo min kelecaneke cudatir e. Jixwe salek li pêşiya min heye, ji bo vê jî min hîn biryar nedaye ku ez kîjan beşa zanîngehê bixwînim. Ji bo min ya girîng ku zanîngeh û zimanê me ye.”
Meryana destnîşan kir ku dê nifşê wan pêşeroja civakê diyar bike û da zanîn ku jixwe xwe sal bi sal bi giraniya erk û berpirsyariya xwe ya li hember civakê hîs dikin, bi taybetî nifşekî wiha ne ku di nava çand, ziman û dîroka xwe de mezin bûne. Weryana bawer e ku dê ev bibe bingeha bihêz ji bo pêşketin û pêşeroja civak û gelê xwe.
‘Gotin û zexetên pêşketin îsrara min a xwendinê bihêztir kir’
Dîlan Hemî ku ji gundewarên Başûrê Kobanê ye jî, wiha behsa tecrûbeya xwe dike: “Wek tê zanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du materyal hene ku ji bilî yê Rêveberiya Xweser gelek xwendekar û malbat materyalên hikûmeta Sûriyeyê hildibjêrin. Ez bi xwe gelek kêfxweş im û ne poşmanim ku min xwendina bi zimanê Kurdî hilbijart. Ji xwe ji bo vê jî gelek caran zext li ser min hatiye çêkirin û gotinên weke pêşeroja metiryalên we tune ye min guhdar kiriye. Ev gotin ji bo min îsrara xwendinê zêdetir kiriye û girêdana min yê bi vî metiryalî re jî bihêztir kiriye.”
Dîlan Hemî diyar kir ku ew dixweze beşa wêjeya Îngilîzî bixwîne da ku ziman û nasnameya xwe bi netewên din re jî parve bike û wiha domand: “Ji bo zanîngehê ez dixwazim e ku Wêjeya îngilîzî bixwînim da ku zimanê xwe, çand, dîrok û hebûna xwe bi zimanên cuda û bi netewên cuda re parve bikim û bi wan bidim naskirin. Ez ji xwe jî bawer im ku ez bighêm xeyalên xwe.”
‘Em zane dibin, bipêş dikevin û kesayeta xwe ava dikin’
Di heman çarçoveyê de Fîdan Xelîl ku nêrîna xwe bi gotinên “dibistan qadeke girîng a perwerdeyê ye” wiha anî ziman: “Ev 12 sal in ku em bi zimanê xwe perwerde dibin û dixwînin. Metiryalên em dibin gelek dewlemend in, ya girîng û bi wate ji bo me ew e ku em fêrî zimanê xwe dibin, çand, dîrok, erdîngarî û hebûna xwe jî nas dikin. Ne tenê ku em sal bi sal biserkevin û qonaxan derbas bikin, di heman demê de em zanebûna xwe jî bipêş dixin û kesayeta xwe ava dikin ku dibistan jî qadeke perwerdeyî ye.”
‘Waneya Jineolojî girîng û bi wate ye’
Fîdan dibêje ku herî zêde waneya Jineolojî bala wê dikşîne û kêfa wê jê re tê û wiha didomîne: “Gelek ders li ser min bandor dikin, lê herî zêde waneya Jineolojî bandora xwe li ser min dihêle. Ev zanista ku Rêber Apo ji bo me pêşkêş kir ez gelek girîng dibînim. Bi taybetî jî ku weke jin em xwe di nav de dibînin û bi riya wê jî xwe nas dikin. Ji bo vê jî ez kelecaneke mezin ji vê waneyê digirim. Weke malbat jî em bi temamî di nava perwerdeya bi zimanê Kurdî de mezin bûne. Du xwîşkên min mamoste ne, dayîk û bavê min bi taybet jî bi mijarên ziman re mijûl dibin. Ev yek jî ji bo min bû bingehek ku ez li ser heman riyê bixwînim.”