Xwendekarên Helebce ji bo alîkariya bi nexweşxaneya Hîwa re çalakî li darxistin
Komek xwendekarên beşa endezyarê ya Zanînageha Helebce ji bo alîkarî bi Nexweşxaneya Hîwa re bikin çalekiyek li darxistin.

Helebce- Xwendevanên beşa endezyarî ya Zanîngeha Helebce ji bo alîkariya bi nexweşxaneya Hîwa re bikinçalakiyek li darxistin û têde cûrên xwarin û şîrînahiyan difiroşin, hemû dahata ku jê were wê pêşkêşî Nexweşxaneya Hîwa were kirin. Ev çalakî rojekê berdewam kir, ji derveyî xwendekarên Zanîngeha Helebce, gelek hemwelatî beşdar bûn.
Xwarin û şîrînahî bi awayên endezyarî hatin amadekirin û pêşandan. Xwendekara pola sêyem ya beşa endezayariya şaristanî Senerya Rêbûar wiha got: “Îro bi çend çalakiyan em beşdarî çêkirina xwerinan bûne û me di pêşandana xwarin û şîrînahiyan de gelek fikir bikaranîne. Bi awayê endezyarî me kêk û xwarin amadekirine. Bi vê çalakiyê me hewl daye ku em bikarin dahatekê ji bo nexweşxaneya Hîwa kom bikin.”