Xwendekara Gabonî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Xwendekara Gabonî Danys Dinabongho Ibouanga bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da, kesûkarên wê û hevalên wê dan zanîn ku di encama cînayetê de hatiye kuştin, daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Gabonî Danys Dinabongho Ibouanga beriya 3 mehan ji bo zanîngehê bixwîne hatibû Tirkiye. Cenazeyê Danys Dinabongho Ibouanga rojên pêşiya me ji aliyê hemwelatiyan ve li Filyos hate dîtin.

Li pişt mirina Danys Dinabongho Ibouanga gelek nîşanên pirsaê hela. Di rapora beriya otopsi de hatibûaşkira kirin ji ber di avê de hatiye xeniqandin jiyana xwe ji dest daye. Hevalên wê dibêjin Danys Dinabongho Ibouanga di encama cînayetê de jiyana xwe ji dest daye.

‘Di avê de xeniqîn’

Serdogeriya Komrê ya Karbuk di derbarê mirina Danys Dinabongho Ibouanga daxuyanî da û got: “Di encama rapora destpêkê ya otopsi de, rastî tu êrîşên zayendî û amurên biînê nehatine û di encama guleyan de jî birîndar nebûye, hat zanîn ku mirin di encama xeniqîna di avê de derketiye holê. Beriya ku birin  mêrga Filyosê hatibû zanîn ku buyera mirinê pêknehatiye.”

Di derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike timên Janderme kamereyên mêrga Filyos nîşan dide xistin bin lêkolînê. Tim diyardikin ku mirina bi guman îhtimala bi cinayete dinirxînin.   

 Hevalên wê: Dinabongho hatiye kuştin

Havalên Danys Dinabongho Ibouanga li ber avahiya rektorî ya zanîngeha Karabuk dest bi çalakiyê kirin. xwendekaran wêneyê Dinabongho û dovizên li ser ‘Ji bo Dîna Edalet’ rakirin daxwaza ronîkirina bûyerê û edaletê kirin.

Xûşka Danys Dinabongho Ibouanga destnîşa kir ku herî dawî Dinabongho şemiya bûrî dîtiye û wiha got: “Em edaletê dixwazin, em duh çûm emiyetê, pirs j imin kirin, min got ez ji bo xûşka xwe edaletê dixwazim. Li Tirkiye nûbû. Hatibû bixwîne, li vê dere hat kuştin. Çima her reşik tên kuştin? Kê xûşka min kuştiye ez dixwazim bizanim, sûcbar kiye? Ez difikirim ku eve cinayete.”

‘Yekê ew avêtiye çem’

Xwendevana Sudanî Yara Abounaida da zanîn ku edaletê dixwazin û got: “Bi tena sere xwe çûye daristanê meşê ne mantiqiye. Em rastiyê dixwazin, em dixwazin ka çi bi sere wê hatiye rayadar û zanîngeh daxuyaniyekê bide me, em tenê xwedevanin, ewlehiya me ji hertiştî giringtire.”

Prince Festusa ku bejdarî çalakiyê bûye da zanîn ku bi taybet reşik hertim rastî tcîzê tên û wiha got: “ger bûyerek bivî awayî bihata sere yeke sipî, wiha nêz nedibûn. Em dizanin we otopsi girtiye. Divê werzê de kes ji bo melevaniyê naçe çem, em bawernakin tenê xeniqîbe, yeke ew kuştiye avêtiye çem.”