Xwendekar Hastî Hossein Panahi ji ber îşkenceyê ket komayê

Li Dehgolanê xwendekarê dibistana Amadeyî Hasti Hossein Panahi ku hat gotin întahar kiriye hê di beşa awarte de têkoşîna jiyanê dide. Konseya Koordînasyona Sendîkayan rapora îşkenceya ku li Hasti Hossein Panahî hatiye kirin parve kir.

Navenda Nûçeyan- Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî rejîma Îranê serhildanên ku dest pê kirn ji her temenî bi beşdarbûna jin û ciwanan berdewam dike. Wêneyên girêdayî rejîma Mola tên qetandin, şewitandin, jinên ciwan rastî zext û êrîşan tên.

Xwendekara dibistana amadeyî ya 16 salî Hasti Hossein Panahi ji ber belavokên ‘Jin Jiyan Azadî’ belav kiriye û wêneyên fîgorên rejîmê li ser şewitandiye bi avêtina ji dibistanê gef lê xwarin û piştre ket çavdêriya awarte. Piştre weke teşebusa întiharê hat nîşandan û Konseya Koordînasyon Sendîkayan aşkera kir ku îşkence lê hatiye kirin.

Ji bûyerên 10’ê Mijdarê derketin de heta niha Hasti Hossein Panahi  di çavdêriya awerte de têkoşîna jiyanê dide. Konseya Koordînasyon Sendîkayan diyar kir ku gef li Hasti Hossein Panahi hatiye xwarin û polîsên rejîmê çûne dibistanê, gef li zarokan xwarine û di heman demê de tundîtûjî li hemberî zarokan pêk anîne.

Piştî îşkenceyê wê ji wesayîdê avêtin

Konseya Koordînasyona Sendîkayan destnîşan kir ku piştî Hasti Hossein Panahi rastî tundîtûjiyê hatiye wê ji wesayîdê avêtine. Ji ber wê yekê serê wê li erdê ketiye û di encamê de hişê xwe winda kiriye û niha di çavdêriya awerte de têkoşîna jiyanê dide û di heman demê de li ser bedana wê gelek nîşaneyên îşkence û yên reş û şîn hatine dîtin.