Li Sûriye valahiya ewlehiyê kûrtir dibe: 170 kes hatin kuştin

Hate diyarkirin ku ji ber komkujî, pevçûn û mayînên ku di meha Mijdarê de li bajarên cûda yên Sûriyeyê qewimîn, jiyana rojane ya sivîlan her ku diçe xeternaktir dibe.

Navenda Nûçeyan – Komkujiyên ku di meha Mijdarê de li bajarên cûda yên Sûriyeyê qewimîn, kaos û valahiya ewlehiyê ya berdewam a welêt nîşan didin. Ji ber nebûna mekanîzmayên bibandor ji bo parastina sivîlan, gel her ku diçe bê parastin dimîne.

Di meha mijdarê de li herêmên di bin kontrola çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dagirkeriya Tirkiyeyê de li Sûriyeyê bûyerên kuştine berdewam kirin. Rojane bi dehan bûyerên kuştin bi sedemên teqîna mayînan, pevçûnên herêmî û qetl kirin kesan pêk tên.

Li gorî ajansa HAWAR (ANHA), di mijdarê de li deverên cuda yê Sûriyeyê, jin û zarok jî di nav de 170 kes hatine kuştin. Ev bûyer li bajarên, Hums, Hema, Deraa, Laziqiye, Siwêda, Dêrazorê, Şam û gundewarê wê, Tedmurê û gundewarê Helebê pêk hatine.

21 jê zarok 170 kes mirin

Di vê mehê de, di nav de jin û zarok kuştina 170 kesan hatiye belge kirin. Ji wan 21 zarok ji ber mayînên ji şer mane li deverên wekî gundewarên Hama û Îdlibê jiyana xwe ji dest dan, hinên din jî ji ber gulebarana rasterast di dema nakokî an pevçûnên malbatî de, an jî di encama êrişên çeteyên cîhadîst de li bajarên wekî Şam, Hums, Heleb û Îdlibê hatin kuştin.

13 jin hatine qetilkirin

13 jin di şert û mercên cûda de hatine kuştin. Hin ji wan ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve li mal an jî cihên giştî hatine gulebarankirin, hinên din jî ji ber mayînên ji şer mane an jî di encama tundiya navmalî de jiyana xwe ji dest dane.

Ev hejmar kuştiya rewşa tevlihev û bêewlehiyê û nebûna pergaleke parastinê ya bi bandor ji bo sivîlan, li van herman nîşan dide.