Xwendekar Asra Penahî li Îranê bi lêdanê hat qetilkirin

Asra Penahî ya 16 salî ku li Îranê li dibistana amadeyî ya keçan ji ber ku sirûda pesnê rêberê olî Xumeynî negotibû polîsan lêdabû, li nexweşxaneya ku ji bo dermankirinê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên protestoyî yên ku di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ve hatibûn destpêkirin, dewam dikin. Roja ku Jîna Mahsa Emînî hat qetilkirin, li Îranê polîsan avêtin ser lîseya keçan. Asra Penahî ya 16 salî ku di lîseyê de ji ber sirûda ku pesnê rêberê olî Xumeynî negotibû rastî lêdanê hatibû, li nexweşxaneya ku ji bo dermankirinê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Ji ber ku sirûd negotin rastî lêdanê hatin!

Encûmena Hevahengiya Yekîtiya Mamostayên Îranê rapora xwe ya temamker a der barê kuştina xwendekara Asra Penahî de eşkere kir. Encûmenê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di çarçoveya operasyonên ku li hember belavbûna xwepêşandanan destpê kirine de, polîsan bi ser lîseya keçan a bajarê Erdebîl a girêdayî parêzgeha Azerbaycana Başûr de girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîsan ji xwendekaran xwestiye ku sirûda “Selam Fermandeh” ji bo pesnê rêberê olî yê Îranê Elî Xumeynî bixwînin, lê xwendekaran qebûl nekir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser vê yekê xwendekaran rastî lêdanê hatine û ji xwendekaran Asra Penahî ya 16 salî ku ji ber lêdanê wê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Nexweşiya wê ya dil hebûye!

Nûnerê Rêberê Îranê Elî Xumeynî yê li Erdebîlê Hesen Amelî di hevpeyvîna xwe ya bi çapemeniyê re îdia kir ku tu xwendekareke jin ne rastî lêdanê hatiye û ne jî hatiye kuştin. Di ajans û dezgehên ragihandinê yên rejîma Îranê de axaftina kesekî ku bi îdia dike ew mamê Asra Penahî ye, cih girt. Di nûçeyê de îdia kir ku mirina xwendekara 16 salî ji ber "kêmasiya dil a ji dayikbûnê" bûye.

Îdîa hatin redkirin

Yekîtiya Mamostayan bersiva vê îdiayê da û dîmenên Asra Penahî yên ji pêşbirkên melevaniyê bi kar anî û tekez kir ku zarok di rêza sêyemîn de cih girt û zehmet e kesê bi nexweşiya dil bi ser bikeve. Ev îddîayên kesê ku dibêje mamê xwe ye red dike.

Banga lêpirsînê

Li hember vê yekê zêdetirî 40 parêzvanên mafên mirovan helmeta bi xwîn a Îranê ya ji bo şikandina xwepêşandanan şermezar kirin û daxwaz ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirin ku lêkolîneke lezgîn bike.

Amnesty International, Human Rights Watch û grûpên din dilgiraniya xwe ya kûr diyar kirin ku rejîma Îranê “mekanîzmaya xwe ya tepeserkirinê seferber dike da ku xwepêşandanan li seranserê welat bitepisîne.” Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî banga raporeke lêkolînê ya serbixwe û avakirina mekanîzmayeke berpirsyariyê kir.

Piştgiriya ji Swêdê

Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku wezîrên derve yên ku li Luksemburgê civiyan rewşa metirsîdar a Îranê û tundiya li dijî xwepêşanderan li wî welatî gotûbêj kirin û piştevaniya tund ji mafê xwenîşandana aştiyane nîşan dan.