Xizmên Windayan li aqûbeta Vasif Ozturk pirsîn
Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 852’yemîn a çalakiya xwe de aqûbeta Vasif Ozturk ê ku di 1’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Cimar ê girêdayî naçeya Pasûr a Amedê hatî revandin, pirsîn.

Amed – Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 852’yemîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li Amedê hatin ba hev.
Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hatine windakirin û ‘’failên wan nediyar in’’ hatin hilgirtin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Vasif Ozturk ê ku di 1’ê Hezîrana 1994’an de li Gundê Cimar ê girêdayî naçeya Pasûr a Amedê hatî revandin, hate pirsîn.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.