Xizmên Windayan li aqûbeta Vahit Narîn pirsîn

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya 869'emîn de li aqûbeta Vahit Narîn ê ku di 3'yê Cotmeha 1992'yan de li navçeya Pasûr a Amed ji aliyê leşkeran ve li otêla xwe hat înfazkirin û ligel cenazeyê wî otêla wî hat şewitandin, pirsîn.

Amed – Çalakiya 869'emîn ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amed hat lidarxistin, çîroka Vahit Narîn ê ku di 3'yê Cotmeha 1992'yan de li navçeya Pasûr a Amed ji aliyê leşkeran ve li otêla xwe hat înfazkirin û ligel cenazeyê wî otêla wî hat şewitandin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD a Amed Eylem Kayayê çîroka Narîn vegot.  

Eylem Narîn diyar kir ku piştî pevçûneke li navçeyê di 2'yê Cotmeha 1992'yan de, qedexeya derketina derve ya çar rojan hat ragihandin û got ku piştî qedexeya derketina derve, leşkeran êrişî navçeyê kirin, kargeh hatin şewitandin û kes hatin binçavkirin. Eylem Kayayê diyar kir ku Otêla Narîn, yekane otêla navçeyê, di bûyerê de hat şewitandin û got: "Wê rojê, dema ku gule li pencereyan ketin, her kesê di otêlê de xwe li jêrzemînê girt. Roja pevçûnê, dora saet 2:00'yê piştî nîvro, sê çawişên pispor bi lêdana derî ketin jêrzemîna Otêla Narînê. Leşkeran mêvanên otêlê yên di jêrzemînê de birin lobiyê û dûv re bi qûndexên tifingan li pişta wan dan, her kes neçar kirin ku xwe deverû li erdê dirêj bikin. Du çawişên pispor Vahit Narîn birin pişt lobiyê. Di wê gavê de, du caran dengê çekê hat bihîstin.  

Vahit Narin ji aliyê du çawişên pispor ve tê kuştin. Rûniştvanên otêlê dibin qereqola polîsan. Kurkên kurmê hevrîşimê yên di depoya otêlê de ji aliyê leşkeran ve li hemû odeyan tên belavkirin û kurk tên şewitandin. Otêla ku cenazeyê Vahit Narin lê hat dîtin tê şewitandin. Dû re dozgerî ji bo otopsiyê gazî malbatê dike. Kurê Vahit Narin ku beşdarî otopsiyê bû, gilî dike. Ev pêvajoya ku bi salan dom dike, tu encam nade. Dûv re malbat dozê dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê Tirkiyeyê ji ber vê dozê mehkûm kir."

Çalakiya rûniştinê piştî çalakiya protestoyî bi dawî bû.