Xizmên Windayan li aqûbeta kiryarnediyaran pirsîn
Xizmên Windayan ji bo Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk ên ku li Amedê hatin qetilkirin û dosyaya wan wek kiryarnediyar man, daxwaza edaletê kirin.

Amed – Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 853’an bi dirûşmeya ‘Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin’ lidar xistin.
Xizmên Windayan ku li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan kom bûn, vê heftiyê serpêhatiya Mehmet Emîn Ayhan ê di 10’ê Hezîrana 1992’yan de li ber deriyê mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, Hamît Pamûk ê di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliyê hin kesên bi rûpoş ve hatibû kuştin, parve kir. Serpêhatiya Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hate xwendin.
‘Li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat’
Di çalakiyê de destpêkê serpêhatiya Mehmet Emîn Ayhan hat xwendin. Berfîn Elçî wiha got:
“Mehmet Emîn Ayhan ê ku di sala 1954’an de li Nisêbînê hatibû dinyayê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê wek bijîşkê pispor dixebitî. Mehmet Emîn bi kesayeta xwe ya welatparêz dibû alîkarê gel û bi gel re diyaloga wî xurt bû. Ji aliyê gel ve dihat hezkirin û di nav gel de kesekî rêzdar bû. Bi vê sekna xwe bala Hizbullahê kişand û bû hedef. Di 10’ê Hezîrana 1992’an de, şeva cejnê li gel hevjîna xwe dema ji serdana havalên xwe vedigeriya, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa êrîşa bi çek hat û jiyana xwe ji dest da. Tevî hemû hewldanên malbatê yên hiqûqî, li beramberî salên dirêj ên li ser bûyerê derbas bûye, cînayet hê wek kiryarnediyar hatiye hiştin.”
‘Dosya wek kiryar nediyar maye’
Berfîn Elçî serpêhatiya Hamît Pamuk jî bi van gotinan anî ziman: “Hamît Pamûk ê di sala 1961’an de li navçeya Pasûra Amedê hatibû dinê. li Nexweşxeneya Zanîngeha Dîcleyê wekî teknîsyenê rontgenê dixebitî. Hamît Pamûk di heman demê de karên sendîkayî dimeşand. Bi têkilî û diyalogên xwe yên jidil ên bi gel re, ji aliye gel ve dihat hezkirin. Ji ber vê kesayeta xwe ya rêzdar, bû hedefa hêzên tarî. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên di sala 1993’yan de dema danezana 1’ê Gulanê dixwend, rastî gefên polîsan hat. Di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê li ser Kolana Emekê ji aliye sê kesên bi rûpoş ve hat kuştin. Tevî hemû hewldanên malbatê dosyaya Hamît Pamuk wek kiryar nediyar maye.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.