Xizmên Windayan: Em zarokên ku hatine windakirin tu carû ji bîr nakin

Xizmên Windayan di hefteya 793 yan a çalakiya xwe de bi hatina 23’ê Nîsanê re zarokên ku hatin binçavkirin û bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin hatin ba hev. Di çalakiyê de ev hat gotin: “Em ê zarokên ku hatine windakirin tu carî ji bîr nekin.”

Amed- Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo pirsa li aqûbeta kesên hatin windakirin hatin ba hev û daxuyanî dan.

Xizmên Windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 793'yemîn li ber biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hatin ba hev.

Endama Komîsyona Xizmên Windayan a Şaxa (ÎHD) ya Amedê Berfîn Elçî, bi boneya 23’ê Nîsanê cejna zarokan, zarokên ku di bin çavan de hatin windakirin û bi bûyerên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane anî rojevê. Berfîn Elçî diyarkir ku ji salên 1990’an heta roja me ya îro di encama polîtîkayên tundiya dewletê de der barê zarokan de binpêkiinên mafan, fail bi polîtîkayên bêcezakirinê tên rizgarkirin, heta hînek jê ji ber van sûcan ji aliyê dewletê ve hatine kuştin.

‘Mafê jiyanê yê zarokan ji destên wan hat girtin’

Berfîn Elçî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine bi bîr xist û da zanîn ku di vê erdnîgariyê de mafê jiyanê yê bi dehan zarokan, di encama tundiya dewletê de di bin çavan de hatine  windakirin û bi rêbazên kiryar nediyar ji destên wan hatine girtin. Li gorî daneyên ÎHD’ê 27 zarok di bin çavan de hatine windakirin. Berfîn Elçî di heman demê de destnîşan kir ku dewletê vê rewşê tu dem qebûl nekiriye, der barê failên cînayetên kiryar nediyar û failên diyar ên der barê zarokên ku di encama guleyên ji çekên polîs û leşkeran de jiyana xwe ji dest dane polîtîkayên bêcezakirinê pêkanîn.

Zarok hatin qetilkirin

Berfîn Elçî bi pirsa kujerên zarokan li ku ne wiha got:

“Di sala 2004’an de li Qosera Merdînê, Ugur Kaymaz di 12 saliya xwe de li ber deriyê mala xwe li gel bavê xwe hat qetilkirin. Di 30’ê Adara 2006’an de Enes Ata di encama guleya gazê de jiyana xwe ji dest da. Di 29’ê Adara 2006’an de Abdullah Duran dema li balkona mala xwe temaşeyî derve dikir di encama guleya hêzên ewlehiyê de hat qetilkirin. Di sala 2009’an de li Licê, Ceylan Onkol bi guleya hewanê ya ji qereqolê hat avêtin hat kuştin. Di 11’ê Adara 2011’an de Berkîn Elvan dema ku ji mala xwe derket diçû nan dianî bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Di 12’ê Cotmehê de li navçeya Sura Amedê Hêlîn Hasret Şen dema li gel mirovên xwe diçû nan dianî, li kolana ku mala wê lê bû di encama guleya ji wesayîda zirxî ya Kobra de hat kuştin.   

'Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin'

 Berfîn Elçî, bi bîr xist ku di encama gulebarana leşker û polîsan de 73, di encama lêdana wesayîda zirxî de 18 û di encama mayînan û teqemeniyan de 39 zarokan jiyana xwe ji dest dan û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Aqûbeta zarokan di tarîtiyê de hat hiştin û kiryar bi polîtîkayên bêcezakirinê heta îro hatin parastin. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê ji bo zarokên xwe û ji bo kiryar li pêşiya edaletê bên darizandin tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li ser navê heqîqet, edalet û wijdan têkoşîna xwe bidomînin. Em weke xizmên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan, dest ji bîranîn û bibîrxîstina zarokên ku di binçavan de hatine windakirin û di cînayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin bernadin. Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin.”

Çalakî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.