Xizmên windayan di hefteya 796’an a çalakiya xwe de edaletê xwestin

Xizmên windayan û ÎHD’ê di hefteya 796’an a çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Şerîf Avşar ê di 10’ê Gulana 1994’an de hat binçavkirin û piştî 2 hefteyan cenazeyê wî hat dîtin, pirsîn.

Amed – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 796’an de çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Kesên tevli çalakiyê bûn, wêneyên windayan rakirin.

Rêveberên DEM partî, nûnerên ÎHD’ê û xizmên windayan amade bûn. Kesên tevli çalakiyê bûn bi minasebeta Roja Dayikan qurnefîl dan dayikan. Cîgira Hevserokê ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglu, bal kişand ser roja dayikan û wiha got: “Gelek dayik li ser goristanan li zarokên xwe digerin. Dayik bi sedan hefte ne li windayan digerin. Heta ku dewlet bi rastiya xwe re rû bi rû nebe, nagihîje heqîqetê.”

Endama Însiyatîfa Heq Fatma Bostan Unsal jî anî ziman ku herî zêde dayik mafê jiyanê diparêzin.

Piştî 2 hefteyan cenazeyê wî hat dîtin

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfin Elçî jî çîroka Mehmet Şerîf Avşar vegot. Elçî anî ziman ku di 10’ê Gulana 1994’an de li Yenîşehîra Amedê çawîşê pispor Gultekîn Sutçu û 3 cerdevanên li gel wî çûne dikanê û Mehmet Şerif Avşar binçav kirine, 2 hefte şûnde cenazeyê wî hatiye dîtin.

Berfin Elçî, da zanîn ku keça Avşar Sadiye Avşar diyar kiriye ku 3 cerdevan û çawîşê pispor hatine dikanê û bavê wê binçav kirine.

Piştî çîroka windayan hat xwendin, li pêş bîrdariyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre belav bûn.