Xizmên windayan: Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin

Xizmên windayan di hefteya 792 li Amedê carekî din bi daxwaza edaletê, aqubeta Alî Îhsan Dag ê ku di binçavkirinê de hat windakirin pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 792'yemîn li dar xist.

Girseya ku li ber Peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk anî, aqûbeta Alî Îhsan Dagli ê ku di 14'ê Nîsana 1995'an de di encama serdegirtina gund de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.

Beriya çalakiyê nûnerê heremê ya ÎHD Tahîr Sacakli axivî û balkişand ser hilbijartinên heremî ya ku di 31’ê Adarê hat lidarxistin û bang kir ku di rêveberiya xwecihî de divê carekî din pêkanînên qayum neyê dubarekirin.

‘Edaletê dixwazin’

Tahîr Sacakli di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku 792 hefteye ew ji bo aqubeta windayan û kiryar bên darizandin li kolanan in û wiha pê de çû:

“Beriya her tiştî Cejna Remezanê li gelê me, gelên Rojhilata Navîn û alema misilman pîroz be. Cejn her tim bûne sembola aştiyê. Ji ber vê sedemê em hêvîdar in ku pirsgirêkên li vê erdnîgariyê derdikevin bi riyên aştiyane bên çareserkirin. 792 hefte ye em li vê qadê daxwaza edaletê dikin. Em dixwazin kesên me yên winda bên dîtin û kiryar bên darizandin. Ev têkoşîn ji dîroka Komarê heta niha didome. Rejîma ku bi Komarê re ava bû li ser tekîtiyê ava bû. Lê em dizanin ku erdnîgarî pir bi reng, çand û ziman e. Divê herkes bi vê fikrî siyaseta xwe ber çav derbas bike. Beriya niha li Tirkiyeyê hilbijartinek çêbû. Di erdnîgariya me de hevserokên ku hatin hilbijartin ji erkên xwe hatin dûrxistin. Yanî îradeya gel hat binpêkirin. Em hêvî dikin ku carekî din tiştên bi vî rengî neyên jiyîn.”