Xizmên girtiyan ku dest bi "Nobeta Edaletê" kirine: Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin!

Xizmên girtiyan ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û mexdûriyeta girtiyên nexweş "Nobeda Edaletê" dan dest pê kirin. Xizmên girtiyan di çalakiya nobetê de daxwazên xwe anîn ziman û bang li hemû malbatan kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya nobetê û gotin, "Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin."

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Li gorî daneyên ÎHD'ê di girtîgehan de 604 jê giran herî kêm hezar û 605 nexweş hene. Digel ku bi pêvajoya pandemiyê re gihandina nexweşxaneyan û dermankirina girtiyan tê asteng kirin, tecrîda ku tê jiyîn girtiyan zêdetir mexdûr dike. Di vê pêvajoyê de xizmên girtiyan ku bertek nîşanî rewşa girtiyên nexweş dan û çareserî xwestin, li avahiya Baroya Xizmetê ya Amedê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Xizmên girtiyan ên beşdarî çalakiya nobetê ya ku ket roja pêncemîn, diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bi cih anîn ew e çalakiyan bidominîn.
Hevjîn û kurê wê bi salane di girtîgehê de ne
Hasîne Guler a tevî temenê xwe yê mezin beşdarî nobetê bû, ji bo kurê xwe Habîp Guler ê li Girtîgeha Kandirayê ye û hevjînê xwe Sîddik Guler ê li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê girtî ye daxwaza edaletê kir. Hasîne Guler, diyar kir ku kurê wê 16 sal û hevjînê wê jî 26 sal in di girtîgehê de ne û diyar kir ku hevjînê wê 2 caran emeliyata dil bûye. Hasîne Guler, anî ziman ku hevjînê wê ji ber ku muameleya bi kelepçe qebûl nekir dîsa birin girtîgehê û destnîşan kir ku pêkanînên li ser girtiyan nayên qebûlkirin.
"Hevjînê min çar meh di karantînayê de ma" 
Hasîne Guler, anî ziman ku karantînaya ku di rêya çûndin û vegera ji nexweşxanê ji îşkenceyê ne cuda ye û wiha got: “Hevjînê min çar mehan di karantînayê de ma. Ji ber ku destên wan di kelepçeyê de ye naxwazin bi wî awayî bên dermankirin, lê dîsa jî kelepçeyê dernaxin. Li gel temenê hevjînê min ê mezin jî îşkenceyê lê dikin. Me ji bo raporê serlêdan kir, wan rapor qebûl nekir. Çavên kurê min jî diêşin. Bi salan e di girtîgehê de ye û we jî ji çavê xwe nayê dermankirin. Di girtîgehan de zextek pir cidî heye. Ev du sal in hevdîtina vekirî nayên kirin. Em nizanin zarokên me di çi rewşê de ne. Ev girtî pir nexweş in, divê bên berdan. Hevjînê min bi kursiyê biteker derdikeve hevdîtinê. Ma ev tiştên ku tê kirin ne zilm e ?”
“Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin” 
Fevziye Kolakan a ku 2 kurên wê Ahmet Kolakan û Mahsum Kolakan di girtîgehê de ne, diyar kir ku divê hemû malbat nobeta ku ji bo zarokên xwe dane destpêkirin biparêzin. Di vê çarçoveyê de Fevziye Kolakan a bang li malbatên girtiyan kir wiha got: “Em ji bo zarokên xwe hatin vir. Em ji parêzer û hemû parêzvanên mafên mirovan piştgiriyê hêvî dikin. Kurê min 28 sal in li hundir e. Bi dehan nexweşiyên wî hene. Nexweşiya dil heye û kolestrol heye, lê dîsa jî nayê dermankirin. Ev sê sal in ez nikarim herim hevdîtina kurê xwe. Dema cara dawî min kurê xwe dît, çavên min tijî hêsir bûn. Kurê min bêhal bû. Em bang li her kesê dikin ji bo me û girtiyan dengê xwe bilind bikin. Werin em wan ji wir rizgar bikin. Ji bilî me kesek bi êşa me bizane û li zarokên me xwedî derkeve nîne, ji bo wê jî bila hemû dayik werin vir rûnin. Werin em mafê zarokên xwe biparêzin. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin."
"Em vê bêhiqûqiya ku tê kirin qebûl nakin"
Încî Guler Altindaga jî diyar kir ku ji bo birayê xwe Abdulselam Guler ê ku 28 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê girtî ye, tevlî çalakiya nobetê bûye û got ku ew bêhiqûqiya ku tê kirin şermezar dikin. Guler Altindag diyar kir ku ne tenê girtî, ew bixwe jî di hevdîtinên li girtîgehan de rastî zext û binpêkirina mafan tên û ji ber ku bêhiqûqiya ku tê kirin qebûl nakin dest bi nobetê kirine.
"Em ji bo ji bê edaletiyê re bibejîn raweste li vir in" 
Guler Altindag, anî ziman ku ger hewce bike dê heta Wezareta Dadê jî biçin û wiha got: “Dema em diçin hevdîtinê jî em nikarin bi girtiyên din re bi ti awayî biaxivin. Dema em ji xeynî xizmên xwe silavê didin kesekî din, rastî cezayê ragihandinê tên. Em tenê destên xwe dihejînin û derbas dibin. Em vê zilmê qebûl nakin, edaletê dixwazin. Her ku em diçin girtîgehê em girtiyan cuda dibînin. Ger biçin nexweşxaneyê dema vedigerin 15 rojan di hucreyê de dimînin. Ji ber ku me ew dîtin em li vir in. Bila her kes hawara me bibihîze û piştgirî bide me. Em edaletê dixwazin û ew ê edaletê pêk bînin. Ji ber pandemiyê ev du sal in ez nikarim birayê xwe hembêz bikim. Em jî mirov in, bi salan e ez birayê xwe ji pişt camê dibînim û pê re diaxivim. Em ji bo parastina edaletê li vir in. Ger hewce bike em ê heta Wezareta Dadê jî biçin.”