Xizmên girtiyan ji nobeta edaletê bang kirin
Malbatên girtiyan, careke din banga berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin kirin.
Amed- Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabû destpêkirin, îro jî li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê de bû.
Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û her wiha gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn.
“Heta em sernekevin em ê dest ji vê çalakiya xwe bernedin”
Xizma girtî Herdem Merwanî ya di nobeta edaletê de axivî, wiha got: “ Em weke malbatên girtiyan 7 meh in nobetê digirin. Lê tevî ku ev 7 meh in em li vir in jî hêj daxwazên me nehatin bi cih anîn. Em li hêviya biryareke erênî ne, tê zanîn ku rewşa girtiyên nexweş giran e. Em niha li vir diaxivin lê di heman demê de gelek girtiyên nexweş li hucreyê, li qawişê, li nexweşxaneyê li benda berdanê ne. Heta ku girtiyên me yên nexweş li wê derê bin û înfazên wan werin şewitandin em ê bê westan çalakiya xwe berdewam bikin. Bila kes hêvî neke ku em ê bê serkeftin vê çalakiya xwe xilas bikin. Heta em sernekevin em ê dest ji vê çalakiya xwe bernedin.” Çalakî bi dirûşmeyên ‘Heq, hiqûq, edalet’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.