Xizmên girtiyan ji çalakiya nobetê bang dikin
Xizmên girtiyan ên ku dixwazin girtiyên nexweş ên înfaza wan hatine şewitandin û rewşa wan giran e bên berdan, ji nobeda edaletê bang li rayedaran kirin.
Amed- Xizmên girtiyan ên ku dixwazin girtiyên nexweş ên înfaza wan hatine şewitandin û rewşa wan giran e bên berdan, îro jî di nobeta edaletê de bûn.
Ji xizmên girtiyan ku li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev re, rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP’ê ya Amadê, rêxistina HDP’ê ya Mêrdîn, rêxistinên bajar û navçeyan ya Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Amedê, Serokê DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên kamûyê (KESK), Komelaya 78’an, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, endamên Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê (OHD) û gelek welatî piştgirî da.
“Pêvajoyek tarî tê jiyan kirin”
Serokê Partiya DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen di çalakiya nobedê de axivî, bal kişand ser sîstema hiqûqî û dadwerî ya Tirkiyê û diyar kir ku, Tirkiye di pêvajoyek pir dijwar û tarî re derbas dibe û wiha got: “ Zilm ji kê tê bila bê, divê em li cem bindestan bisekinin. Ji bo vê jî em jî bi malbatên nobet digre re bin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” ya xizmên girtiyan bi dawî bû..