Xizmên girtiyan: Em ê serê xwe li ber vê zilmê natewînin

Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin nobeta edaletê didomînin, wiha gotin: “Heta çareseriyek neyê dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Amed – Nobeta edaletê ya xizmên girtiyan a ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin, ket roja xwe ya 338’emîn.

Ji xizmên girtiyan ku li ber Edliyeya Amedê li hev civiyan re, endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî da.

Xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada Reşahad Ada axivî û da zanîn ku ew çûne Enqere û wan raporên zarokên xwe birine radestî partiyên siyasî kirine. Ada diyar kir ku wan daxwaza bicihanîna xwestekên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji partiyên siyasî re gotine û got: “Me ji wan re got ku bila înfazên wan ne şewitînin û cezayê dîsiplînê nedin wan. Partiyên siyasî deriyên xwe ji me re vekir û got ku em ê xwestekên we bi cih bînin. Bila Serokkomar û Wezîrê Dadê çavên xwe baş vekin û  li ser xwestekên zarokên me yên ku me birine Meclisê bisekinin. Girtiyên me pir nexweş in û nikarin li benda mehan û salan bisekinin.”

“Êdî bes e”

 

Reşahad Ada bal kişand ser zext û zilma li girtîgehan tê kirin û wiha got: “Em ê serê xwe li ber vê zilmê natewînin. Êdî bes e. Zext û tûndiya li ser zarokên me bila bi dawî bibe. Wan dikin hucreyên yêk kesî û dest bi kelepçekirî wan dibin nexweşxaneyê û tedawî dikin. Em van kiryaran qebûl nakin. Gava em serê xwe datînin ser balîfên xwe em bawer nakin ku bibe sibe. Bila çareseriyekî ji zarokên me re bibînin. Heta çareseriyek neyê dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin.”

Çalak Nobetê, bi dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.