“Piştî keça min bi dehan girtiyên din hatin qetilkirin”
Dayika Garîbe Gezer Helîme Gezer li ser mirina kesên di girtîgehan de axivî û got; “Ger kiryarên keça min derxistina holê dê di girtîgehan de bi dehan kesên din jiyana xwe ji dest nadana.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin – Li girtîgehên ku ji ber zext û binpêkirinan her dem di rojevê de ne; di nava 9 mehan de 44 gitiyan jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji wan ji ber ku nedihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan lê gelek ji wan jî bi awayê bi guman mirin. Sedema rastî ya mirina kesên li girtîgehan ku îdareyên girtîgehan dibêjin “Întihar” nehat eşkerekirin, malbatên girtiyan jî bal kişandin ku mirina kesan li girtîgehan ne xwekuştin cînayet e.
Di 9 mehan de 44 girtiyan jiyana xwe ji dest da
Dayika Garîbe Gezer Helîme Gezer li ser mirina kesên li girtîgehan ku di demên dawî de bi binpêkirinên mafan re zêde bûne axivî û bi gotinên; “Ger kiryarên keça min derxistana holê dê li girtîgehan kesên din jiyana xwe ji dest nedana” bertek nîşanî mirina bi guman a girtiyan da. Garîbe Gezer, li Girtîgheha Tîpa F Hejmar 1 a Kandirayê piştî îşkence û tecawizê di 9’ê kanûna 2021’ê de hat qetilkirin. Tevî ku îdareya girtîgehê got “întihar” e jî kesê bawer nekir. Ji ber ku Garîbe Gezer li odeya ku jê re dibêjin odeya bi singer mirî hatibû dîtin û piştî bûyerê, ceza li girtiyên ku xwestibûn biaxivin hatibû birîn, gumanên li ser bûyerê zêdetir bûbûn.
Tu pêşketin di lêpirsînê de çênebû
Lêpirsîna ku piştî mirina Garîbe Gezer bi sûcdaiya “Kuştina bi qesd” hatibû vekirin heta niha tu pêşketin tê de çênebûye, ji ber ku biryara veşarî li ser dosyayê heye kes nikare agahî bigre. Di dosyaya lêpirsînê de ku tu pêşketin çênebûye, dosyaya ku tê de îşkence û tecawiza li dijî Garîbe Gezer hatiye kirin tê de cih digrin, hê jî li Dadgeha Bilind (AYM) ye.
“Piştî keça min bi dehan girtiyên din hatin qetilkirin”
Helîme Gezer diyar kir ku piştî mirina keça wê bi dehan girtiyên din jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û bal kişand ku mirina kesan ne întihar cînayet e. Helîme gezer got ku girtî li girtîgehan îşkence dibînin û dûre jî tên qetilkirin û wiha domand: “Beriya salekê keça min Garîbe Hat qetilkirin. Piştî wê bûyerê dest pê kirin û bi dehan girtiyan qetil kirin. Heta niha li girtîgehan ji 40 kesan zêdetir mirov hatin qetilkirin. Nahêlin dayik û bavê wan kesan cihê şînê vekin, nahêlin miriyên xwe bişûn.”
“Bi gotina ‘nexweş’ in girtiyan qetil dikin”
Halîme Gezer, di berdewamiya axaftina xwe de ev yek diyar kirin: “Piştî Garîbeya min 40 kesan qetil kirin ew ji bo wan kesan dibêjin; ‘xwe kuştin an jî dibêjin nexweş bûn'
konuşmasının devamında şunlara yer verdi: “Piştî Garîbeya min 40 kes hatin qetilkirin. Ew dibêjin; ‘xwe kuştin an jî nexweş bûn’ lê derewan dikin. Keça min nexweş nebû, girtî bû wê kuştin dûre li min geriyan gotin ‘wê xwe kuştiye.’ Ew ê çawa xwe bikuje, bi tenê di odeya bi sînger de bû. Nikaribû xwe bikuşta, dê çawa xwe bikuşta. Xwarinê dibirin didan ber, wê kuştin dûre jî gotin wê ‘xwe kuştiye.’ Min ew di xewna xwe de dît, got ‘keça min tu çawa yî, te çima porê xwe şeh nekiriyse’ ji min re got; ‘dayê ez ê sibehê rabûma min ê porê xwe şeh bikira lê min kuştin û çûn.’ Îcar derewan dikin dibêjin wê xwe kuştiye.
“Em dest ji vê dozê bernadin”
Helîme Gezer da zanîn ku ew ê dest ji dosyaya ku biryara veşartî li ser heye bernedin û got: “Heta qiyametê, 10 sal jî derbas bibin em li pey doza xwe ne. Ez li pey kujerên keça xwe me, ez ê vê dozê bibim AHÎM’ê, ger bixwazin dikarin kujerê keça min jî yên kesên din jî bibînin. Kezeba gelek dayikan şewitandin. Keça min bi erdê ve kişandin, hemû cilên wê jê derxistin dûre jî xistin hucreyek bi tenê. Zivistanê 4 saetan şibaka wê vekirî hiştin, keça min li ber sermayê dan sekinandin. Tiştên ku hatine kirin tu carî nayên qebûlkirin.”
“Ez êdî dengê Garîbeyê nabihîsim”
Helîme Gezer diyar got ku dewletê zarokên wan dîl girtiye û dûre qetil kiriye loma ew êdî nikare dengê Garîbeyê bibihîse û wiha bi dawî kir: “Dozger û dadger hemû hevalên hev in, hemû destek didin hev. Me dikujin, davêjin kolanan, dibêjin wan xwe wisa kirine. Gelo tu kes dikare xwe bikuje? Tevî ku di girtîgehê de bû jî qene be dengê keça min dihat guhên min. Êdî dengê wê jî nabihîsim, wê qetil kirin. Li hemû kesên li girtîgehan îşkence dikin û dûre jî yek bi yek wan qetil dikin.”