Xizmên girtiyan: Em careke din bang dikin
Xizmên girtiyan yên ku li ber Edliyeya Amedê bang dikin, diyar kirin ku 310 roj in tu rayedar dengê nabihîze.

Amed - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin, li Amedê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 310’emîn de ye.
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Medê (MED TUHAD FED) piştgirî dan çalakiya malbatan.
“Êdî tiştek ku bê gotin nemaye”
Herdem Merwanî diyar kir ku çalakiya wan di meha 11’an de ye, lê daxwazên wan nehatiye pêkanîn.
“Êdî tiştek ku bê gotin nemaye. Bi guhertînên qanûnî gelek kes bi veşartî ji girtîgehê derxistin, lê ji bo girtiyên me tu pêşketineke erênî çênebû. Berevajî cezaya girtiyên ku di bin salekê de mabû, ew sirgunî cihên dûr kirin. Girtiyên me yên ku rapora ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ girtibûn jî bi israr li girtîgehê tên hiştin.”
“Em ê dev ji dubarekirina daxwazên xwe bernedin”
Herdem Merwanî anî ziman kes dengê wan nebihîstiye û wiha anî ziman: “Naxwazin pirsgirêk çareser bibe, berevajî wê dixwazin mezin bibe. Derdê wan çi ye, bila eşkere ji me re bibêjin. Lê em ê dev ji dubarekirina daxwazên xwe bernedin. Em ê daxwazên xwe bi berdewamî bibêjin. Ji ber ku em di çareseriyê de bi israr in. Lewma em cardin bang dikin, di pêvajoya çareseriyê de ji destê kê çi tê bila bikin.”