Xizmên girtiyan careke din li pêşiya ATK’ê bang kirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Amedê tevlî Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan bû. Di çalakiyê de, banga demildest serbest berdana girtiyên nexweş û cezayên wan qediya ye hat kirin.

Amed- Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye tê meşandin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Amedê dewam dike. Ji malbatên ku li ber ATK’ê hatin gel hev, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Partiya Herêmên Demokrat (DBP), Koordînasyona jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelk saziyan piştrî dan.

Fevziye Kolakan a di nobetê de axivî bal kişand ku zextên li dijî girtiyan zêdebûye û wiha axivî: “Kurê min 28 salin girtiyê. Êdî bes e, bila dawî vê zilmê bînn. Çima bernadin. 30 salin girtine, piştî we seatê çawa poşman bînin!”

Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî jî wiha axivî: "Heta niha bersiv ji daxwazên me re nehatiye dayin. Em wijdanê civakê ne. Wezîrê Edaletê heta niha li ser daxwazên me daxuyaniyek neda. Yekane daxwaza me misogerkirina çareseriyê ye. Em ê israra xwe ya di vê daxwazê de dewam bikin. Girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, divê bên berdan."

“Tehliyê kirina girtiyên nexweş tê asteng kirin”

Pelvin Buldan a bang li kesên beşdarî Nobeta Edaletê dibîn kir, diyar kir ku Dayik ji bo edaletê dengên xwe bilind dikin û da zanîn ku berpirsyariya herî mezin bihîstina dengê dayikan wan ne.

“Bê guman, agahiya kesên ku vî welatî birêve dibin ji mirinên li girtîgehan tê jiyan kirin hene. Ji bo tehliyê ya hevalên me yên girtiyên nexweş pêk neye çî jî destê wan tê dikin. Niha hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e, tevî ku zanin di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin, destûr nayê dayin ku li derve bêne dermankirin. Girtiyên nexweş li ber mirinê têne berdan û rojên dawî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin.”

Banga hestiyariyê

Pervin Buldan li hemberê tiştên li girtîgehan tê jiyan kirin ji herkesî re banga hestiyariyê kir: “Heya ku azadî û aşitî were vî welatî, dê tekoşîna maf û qanûnê ji hêla me hemûyan, bi taybet jî aliyên dayikên me ve were meşandin. Edalet dê rojek li vî welatî were pêkanîn. Lê îro, yên ku neheqiyê, neqanûnî û bêedaletî dikin jî dê rojek edalet pêwîst bibe. Bila kes vê yekê ji bîra xwe dernexe.”

Nobeta Edaletê, bi dirûşmeyên "Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.