Xizmên Girtiyan: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin

Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazê wan hatiye şewitandin bên berdan, li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dan.

Amed - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabû destpêkirin,  îro li ber Girtigehê Tîpa D a Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di çalakiyê de amedê bûn.

Em qanûn û edaletê dixwazin

Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan axivî. Nazîme Boltan, da zanîn ku ev 6 meh in Nobeta Edalatê digirin lê hê jî edalat nedîtîne. Nazîme Boltan, axaftina xwe wiha domand: “Daxwazên me mezin nînin. Em dibêjin înfazên girtiyan neşewitînin, girtiyên nexweş berdin ku em li mala xwe derman bikin. Em qanûn û edaletê dixwazin. Naxwazin cenazeyê wan ji girtîgehê derkevin. Wezareta Edaletê û serokkomar çima dengê me nabîhîsin? Çima çavê xwe û guhê xwe li me girtine?”

“Em tu caran dev ji zimanê xwe û Kurdbûna xwe bernadin”

Nazîme Boltan axaftina wiha qedand: “ Ger bi salan bidome jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û edaletê bixwazin. Êdî bes e. Ma wijdana wan tune ye? Li gel ku zarokên wan jî hene çima vê yekê bi serê me tînin? Em kurd in û xwe înkar nakin. Lewma vê yekê tînin serê me. Lê em tu caran dev ji zimanê xwe û kurdbûna xwe bernadin û heta dawiya emrê xwe jî em ê li rêça zarokên xwe bitêkoşîn.” 

Piştî axaftinê girseyê dirûşmên “ Heq, hiqûq, edalet” , ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin berz kirin û çalakî bi çepikan bi dawî bû.