Xizmên girtiyan: Êdî li hember vê zilmê rabin
Xizmên girtiyên nexweş di roja 308’emîn a nobeta edaletê de carek din li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bang li rayedaran kirin.

Amed – Malbatên ku dixwazin girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan, li Amedê di roja 308’emîn a nobeta edaletê de ne.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û piştgirî dan çalakiya malbatan.
“Êdî li ber vê zilmê rabin”
Ji yek ji xizmên girtiyên nexweş Herdem Mervanî di çalakiyê de axivî û got ku ev nêzî saleke nobeta xwe didomînin. Herdem Mervanî got, "Ji roja ku me dest bi çalakiyê kirin û vir ve gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Daxwazeke me bi cih nehate anîn. Ev pirsgirêk ne welê ye ku nikaribe bê çareserkirin. Lewma em careke din bang dikin; ev pirsgirêk ne pirsgirêke ku neyê çareserkirin. Ya ku tê kirine zilmeke mezin e. Êdî li hember vê zilmê rabin. Piraniya civakê dixwaze ev pirsgirêk bê çareserkirin, gelo yên naxwazin çareser bibe kî ne? Em careke din ji vir dibêjin ku ev pirsgirêk ne tenê ya malbatên girtiyên nexweş e, ya temamiya welat e."
Çalakî, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Heqi hiqûq û edalet" bi dawî bû.