‘Xezaya di nav şerê qirkirinê de veguherî herema karesatê’

Midûriyeta Giştî ya Ofîsa Medyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber rêgiriya Îsraîlê mirov birçî tên hiştin, destnîşan kir ku ji ber têr nexwariniyê 35 kes jiyana xwe ji dest dane û got: “Xeza veguherî herema karesatê.”

Navenda Nûçeyan – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê bê navber didome. Wezareta Tendirûstî ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 480.

Midûrê Giştî ya Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xezatê Îsmaîl es-Sevabite derbarê êrişan de daxuyanî da û destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li Xezayê tendirûstî, perwerde, ol, bazirganî, xizmet û gelek sertorên mîna vê bê erk hiştiye û bi hilweşandina navendên tendirûstî û nexweşxaneyan ji derveyî xizmetê hiştiye.

35 kes ji birça jiyana xwe ji dest dan

Îsmaîl es-Sevabite ragihand ku Xeza di bin rêgiriyekê hişk de ye û da zanîn ku ji ber rêgiriyê mirov birçî dimînin û ji ber têr nexwariniyê 35 kes jiyana xwe ji dest dane. Îsmaîl es-Sevabite anî ziman ku artêşa Îsraîlê li girtîgehên li Xezayê 7 gorên komî ava kirine, 60 goristanan bi buldozeran kolandiye û hezar û 500 goran vekiriye.

Îsmaîl es-Sevabite got: “Di şerê qirkirinê de 300 roj şûnde di rewşa heyî de em dikarin bêjin ku Xeza bi wateya pêyvê veguheriye herema karesatê.” Îsmaîl es-Sevabite di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê ji bo veşartina rastiyê û bêdengkirina dengên ku dixwaze komkujiyên li Xezayê pêk tên ragihîne, rojnamegeran hedef digire.