Xeza di bin êrişên dijwar ên Îsraîlê de ye

Hat zanîn ku artêşa Îsraîlê li ser Xezayê êrişeke dijwar daye destpêkirin û di êrişên li ser Kampa Penaberan a Nusayrat a li navenda Şerîda Xezayê û gelek herêmên cuda de herî kêm 40 kes mirin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl di roja 246’an de êrişên xwe yên li ser Zivala Xezayê ji hewayî, bejahî û deryayî ve didomîne. Hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine.

Li gorî nûçeyên medyayê, şahidan diyar kirin ku di êrişan de bi dehan Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Topxane û balafirên şer ên Îsraîlê bi saetan êrişên dijwar birin ser deverên curbicur ên rojhilatê Deyr el-Belah û kampên Penaberan ên Bureyc û Megazî û her wiha herêmên navend, rojava û rojhilatê kampa penaberan a Nusayratê.

Ji aliyê din ve di dîmenên ku hatin pêşkêşkirin de tê dîtin di encama bombebaranê de hema hema ji her devereke navenda Zivala Xezayê dûmanên zêde bilind dibin. Hat diyarkirin ku wesayîdên leşkerî yên Îsraîlê ji nişka ve ketine herêmên rojhilat û bakurê rojavayê Kampa Penaberan a Nusayratê û bi topên giran gelek cihên kampê kirine hedef. Her wiha hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer, balafirên bêmirov, helîkopter û tankan bi kar tîne.

Li kampan her kes tê gulebarankirin

Li gorî agahiyên karmendên tenduristiyê, balafirên bêmirov ên Îsraîlê li asîmanê Kampa Nusayratê bi giranî difirin û hemû kesên ku li ser riyên kampê digerin gulebaran dikin, di encamê de gelek kes jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Karmendên tenduristî yên Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya bajarê Deyr el-Belah jî agahî dan ku di encama bombebarana dijwar û berdewam a hewayî û topan de gelek mirî û birîndar ji deverên cur bi cur ên herêma naverasta Xezayê anîn nexweşxaneyê.

Bang li civaka navneteweyî hat kirin

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezayê di daxuyaniya xwe ya dawî de ev êriş şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike da ku ‘êrîşên xwe yên hovane’ rawestîne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê duh ragihandibû ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de 36 hezar û 731 Filistînî ku herî kêm 15 hezar û 517 jê zarok û 10 hezar û 279 jin in jiyana xwe ji dest dane û 83 hezar û 530 Filistînî jî birîndar bûne.