Xeza 245 roj in di bin êrişan de ye: Îsraîl dikeve lîsteya reş

Li Xezaya ku 245 roj in di bin êrişên Îsraîlê de ye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar û 731. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê ragihand ku li ser qada tendirustiyê 464 car êriş çêbûne,

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve bênavber didomin.

Di roja 245’emîn a êrişan de daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Filîstînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di roja herî dawî de li herêmên cuda yên Xezayê 8 komkujî kirine, di êrişan de 77 Filistînî mirine, 221 jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyê ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrişên li ser Zivala Xezayê de, hejmara kesên mirine bûye 36 hezar û 731, a birîndaran jî bûye 83 hezar û 530. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan û li kenarên riyan cenaze hene, ji ber êrişan kes nagihîje wan.

Li ser cihên tendirustiyê 464 car êriş çêbûn

Ofîsa Filistînê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê jî îro daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku ji roja êrişên Îsraîlê dest pê kirine, heta niha 464 car êrişên li ser sazî û xizmetên tendirustiyê hatine qeydkirin. Her wiha hat ragihandin ku di êrişan de 727 kesan jiyana xwe ji dest dane, 933 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji sedî 37’ê êrişan li Zivala Xezayê, ji sedî 23 li bakurê Xezayê, ji sedî 28 jî li Xan Yûnis çêbûne. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê bang dike ku hurmet ji hiqûqê navneteweyî re were nîşandani sivîl û xizmetên tendirustiyê werin parastin.”

Îsraîl di lîsteya reş de ye!

NY’yê jî ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li Zivala Xezayê bi hezaran mirov hatine qetilkirin, ji ber wê jî Îsraîlê xistine lîsteya ‘welat û komên ku zirarê dide zarkan.’ Li gorî nûçeya Israel National News, sekreterê giştî yê NY’ê Antonio Guterres, der barê mijarê de agahî daye sefîrê leşkerî yê Îsraîlê Hedî Sîlberman ê Washingtonê. Sekreterê giştî ji tumgeneral Hedî Sîlberman re diyar kiriye ku biryar daye bi Rûsyayê re rêxistinên terorê yên weke DAIŞ, El Qaîde û Boko Haram, Îsraîlê jî girtiye lîsteya ‘welat û komên ku li herêmên şer zirarê daye zarokan.’ Li bendê ye ku Îsraîl di hefteyên pêş de bikeve lîsteya terorê.

Li Xezayê di 10 deqeyan de zarokek tê qetilkirin

Li gorî daneyên herî dawî yên êrişên li Zivala Xezayê; herî kêm 15 hezar û 328 zarok hatine qetilkirin. Li gorî raporên NY’ê, li Xezayê di 10 deqeyan de zarokek an tê qetilkirin an jî birîndar dibe. Her wiha li di daxuyaniya ofîsa medyaya hikumetê ya li Xezayê ya di roja 3 Hezîranê de hat dayîn de hatibû diyarkirin ku 3 hezar û 500 zarokên li Xezayê ji birçîbûnê li ber mirinê ne.