JINNEWS: Di meha Gulanê de 34 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JINNEWS’ê; di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 18 jin û 2 zarokan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye û Kurdistanê hema hema her roj jinek tê qetilkirin yan jî bi ‘mirina bi guman’ dikevin qeydan. Di vê dema ku mêr bi polîtîkayên bêcezakirinê tên parastin de, jin ji bo parastina jiyana xwe hewldanên mezin didin.

Li gorî agahiyên ku JINNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê de berhev kir, di meha Gulanê de 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 2 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Kiryar kesên herî nêz in

Di qetlîamên jinan de kiryar dîsa mêrên herî nêzî jinan bûn. 11 jin ji aliyê kesên bi wan re zewicî ve, 3 jin di pêvajoya hevberdanê de bûn. 2 jin ji aliyê mêrên ku dest ji wan berdabûn ve. 6 jin ji aliyê nasên xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve. 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve. Jinek ji aliyê zavayê xwe û jinek jî ji aliyê birayê xwe ve hatin qetilkirin. Kiryarê jinekê nehate tesbîtkirin, nêzîkatiya 2 jinan jî bi kiryar re nehat tesbîtkirin.