Xelkê Mexmûrê li dijî kiryarên Iraqê meşiyan

Xelkê wargeha penaberana a Mexmûrê li dijî rêgirî, astengî, girtin û ambargoya hikumeta Iraq ya li ser wargehê meşek girseyî lidarxistin û bang li Iraqê kirin ku bi erk û berpirsartiyên xwe rabe.

Mexmûr – Ambargoya Iraqê ya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) 56 rojin dewam dike. Hikumeta Iraqê ji 10’ê Nîsanê ve rê nade karker biçin ser karên xwe, nasnameyên xelkê wargehê nû nake, destûr nade ku kel û pelên kar bikevin nava wargehê û nexweş biçin nexweşxaneyan.

Di 14’ê Gulanê de şandeya ku ji nûnerên wargehê pêkdihat ji ber ambargoya Iraqê û pirsgirêkên wargehê çûbûn Bexdayê. Şande di riya vegerê de hat dîlgirtin. Tevî ku rayedarên Iraqê soz dan ku ewê hem şandeyê berdin hem jî pirsgirêkên wargehê çareserbikin jî hîna sozên xwe bicihneanîne.

Li dijî van nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê xelkê wargehê meşeke girseyî lidarxistin û daxwaza mafê xwe kirin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Berxwedan Jiyane’ hatin gotin. Piştî meş gihişt ber deriyê NY li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn, ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman axivî.

‘Xelkê Mexmûrê hertim bu nîşaneya berxwedanê’

Nudem Yaman bal kişand ser têkoşîna xelkê Mexmûrê ya di 30 salên penaberiyê de û ev tişt got: “Ev gel gelek waran li pey xwe hişt û di her warî de bûn nîşaneya berxwedan û serkeftinê. Wek xelkê ku bi felsefeya Rêbertî hatine gelhev divê rêwitiya penaberiyê de gelek êş kişandine û berdêl dane. Gelek şehîd dane ku bune sembol ji gelê Kurd re. Di wan warên ku penaberbûne de tî û birçî man, lê wargeh bi îradeya xwe û hestên xwe yên Apoyî heta roja îro li ser lingan maye û liberxwe daye.”

‘Bi daxwaza dewleta Tirk, Iraq van nêzîkatiyan raber dike’

Nudem Yaman destnîşan kir ku xelkê wargeha Mexmûrê ji roja ku koçberbûne heta roja îro bi gelek ambargoyan re rû bi rû hatiye û wiha got: “Herî dawî hikumeta PDK’ê ambargo danî ser wargehê ku ev 6 salin didome. Xelkê wargehê bi ti şêweyî derbasî herêmên Başûrê Kurdistanê nabin. Bi wê yekê re xelkê wargehê berê xwe dan bajarên Iraqê. Dîsa bi daxwaza dewleta Tirk ku yekane armanca wan belavkirina wargehê ye, bi riya Iraqê ambargoyek ji 10’ê Nîsanê ve li ser wargehê tê ferzkirin. Herî dawî şandeyek ji nûnerên wargehê ji bo çareserkirina pirsgirêkan berê xwe dan Bexdayê. Lê di riya hatinê de hatin dîlgirtin. Dîlgirtina rêveberên wargehê tê wateya îradeya wargehê nenaskirin û tune hesibandin.”

‘Em ti caran li hember van nêzîkatiyan serî natewînin’

Nudem Yaman anî ziman ku li hember hemu êriş û zextan jî xelkê wargehê têkoşîna xwe mezintir dike û got: “Em ti caran li hember van nêzîkatiyan serî natewînin û gav paşde nadin. Emê hertim xeta berxwedanê jixwere esas bigrin. Yên ku liberxwe didin hertim serdikevin. Heta ku em mafên xwe bidest nexin em gav paşde nadin. Em bang li herkesê ku mafê mirovan diparêzin dikin ku demildest bikevin nava tevgerê û kesên xwedî berpirsyarîne li erka xwe xwedî derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.