Xelkê Mexmûrê ji bo 'mafê hêviyê' meşiyan

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser ‘Mafê Hêviyê’ dan û diyar kirin ku biryara hatî girtin ne hiqûqî ye.

Mexmûr – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di navbera dîrokên 15-17’ê Îlonê de civîna xwe ya Mafên Mirovan pêk anî. Di civînê de hate diyar kirin ku pêwîste di çarçoveya planek nû ya çalakiyê de guhertinên qanûnî bên kirin û heta dawiya meha Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.

Xelkê wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî bi meşekî girseyî bertek nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser ‘Mafê Hêviyê’ dan û bang kirin ku demildest ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn û biryar paş de were kişandin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ hatin gotin. Piştî meş gihişt ber deriyê NY daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.

‘Konseya Ewrupa û CPT tecrîda ku 27 salin tê meşandin ji nedîtî ve hatin’

Edban Yilmaz anî ziman ku tevî pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin jî dewleta Tirk a dagirker hîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd didomîne û wiha got: “Di dîroka Tirkiyê de Îmralî wek girava mirinê dihat navkirin. Di van 27 salên da Rêbertî bi têkoşîn û berxwedana dayî meşandin Îmralî kir cihê hêvî û aştiya gelan. Bi her şêweyî tecrîd li ser Rêbertî hat meşandin û heta roja îro berdewam dike. Ruxmê wê jî dewletên Ewrupa, CPT û Netewên Yekbûyî tecrîda ku 27 salin tê meşandin ji nedîtî ve hatin. Ango ji bo gelê Kurd ti bertek nîşanî dewleta Tirk nedan.”

‘Mafê hêviyê taloqkirin cihê şik û gumanan e’

Yilmaz, destnîşan kir ku taloqkirina Konseya Ewrupa ya ‘Mafê Hêviyê’ di gelê Kurd de gumanan ava dike û got: “Dewleta Tirk bi şêwazên cuda xwest Rêber Apo û gelê Kurd ji hev bide qûtkirin. Lê bi berxwedana Rêbertî û gelê Kurd hat vale derxistin. Di demên ku cîhan dinava şer de Rêber Apo projeyek ya aştiyê li Tirkiyê da destpêkirin. Çavê tevayî gelê Kurd û cîhanê li Konseya Ewrupa bu ku di kombûna xwe de mafê hêviyê li ser dewleta Tirk bide ferzkirin. Lê berovajî wê hat taloqkirin. Herwiha mafê hêviyê taloqkirin cihê şik û gumanan e.”

‘Tekane riya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Edban Yilmaz bi van gotinan bang li Konseya Ewrupa kir ku demildest biryara taloqkirina ‘Mafê Hêviyê’ paşde bikişînin: “Em bang li parlemena Tirkiyê dikin ku êdî pêwîste gavên şênber bavêjin ku aştî pêk were. Tekane riya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji dervey Rêbertî kes nikare projeya aştiyê bi gelê Kurd bide îqnakirin. Ji ber ku Rêbertî îradeya milyonane. Em cardin bang li Konseya Ewrupa dikin dev ji biryara taloqkirina mafê hêviyê berdin. Herwiha bang li Tirkiyê jî dikin dev ji zimanê xwe yê dijminane berde.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.