Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dan xwediyên wan

Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku îsal a 29'emîn e pêk hat, bi merasîmek hatin dayîn.

Stenbol - 29'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasîmek hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a li navçeya Şîşliyê hat lidarxistin. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî di nav de gelek siyasetmedar, rojnameger, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û endamên Dayikên Aştiyê tevli merasîmê bûn. Li hêwana xelatdayînê, wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û rojnamegerên di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Nezahat û Mazlûm Akpolat merasîma xelatdayînê pêşkêş kirin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. 

Piştî rêzgirtinê axaftina destpêkê hat kirin. Axaftin bi Kurdî û Tirkî bû. Hat diyarkirin ku bi qetilkirina Apê Mûsa re armanc tepisandina gel bûye û wiha hat gotin: "Fikirîn ku ger çinarê gelê Kurd bê qetilkirin dê ev gel deng ji xwe dernexe. Belê Apê Mûsa li kuçeyek hat qetilkirin û pênûsa wî di nava xwînê de ma. Lê peyrewên wî ew pênûs hilgirtin û hê jî pê rastiyê dinivîsînin. Cengîz Altûn, Gurbetellî, Ferhat Tepe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Metîn Goktepe ew pênûs hilgirtin û ji me re hiştin. Em careke din şehîdên çapemeniyê bi bîr tînin." 

Piştî axaftinan sînevîzyona der barê têkoşîna çapemeniya azad de hat nîşandan û paşê hunermend Feryal Oney derket ser dikê. Piştre derbasê merasîma xelatdayîne bûn.

Xelat hatin dayîn

Akademîsyenên Aştiyê Elîf Ege û Onûr Hamzaoglû, Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeya Tirkî dan nûçegihanên MA'yê Semra Tûran û Tolga Guney. Xelata Taybet a Juriyê ya Nûçeya Kurdî jî Medya Urenê, Xelata Jûriyê ya Wêneyan Eylem Akdagê, xelata di nûçegihandiya jinê ya Gurbetellî Ersozê de jî Safiye Alagaş girt û Xelata Aştiyê jî Zeynep Çalihanê ji destê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan girt.