Xebatkarê ku tacîz li xizmên nexweşan kir erka xwe didomîne
Hat îdiakirin li Farqînê Z.S.yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzogluyê wek personel dixebitî, di demên cuda de gelek xizmên nexweşan tacîz kiriye. Hat tomarkirin ku Z.S.yê ku li ser bûyera tacîzê ya dawî derbarê wî de girtename hat girtin hê jî karê xwe didomîne.
Amed – Hat hînbûn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglu a li navçeya Farqînê ya Amedê, xebatkarê binavê Z.S. xizmê nexweşekî tacîz kiriye. Li gor îdîayan hat diyarkirin ku der barê Z.S.yê ku li nexweşxaneyê wek personel dixebitî piştî hat fêhmkirin ku xizmê nexweşêk tacîz kiriye girtename hatiye girtin. Piştî girtename hat girtin, jina ku rastî tacîzê hat û kiryarê tacîzê Z.S. birin mûdireyeta polîsan. Nayê zanîn ku der barê Z.S. de lêpirsin hatiye destpêkirin an ne.
Hate hînbûn ku Z.S.yê ku tevî girtename hatiye girtin hê jî karê xwe didomîne, beriya niha dîsa li nexweşxaneyê xizmê nexweşekî tacîz kiriye, lê ser ve bûyerê hatiye girtin.