Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat berdan
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt a li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Navenda Nûçeyan - Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt, li nokteya polîsan a Kemerbelê ya li ser rêya Dêrsim-Pulurê bi gotina “gumana maqûl” hatibû binçavkirin
Hatê hinbûn ku Azîme Bozkurt hatiye berdan. Hat diyarkirin ku Azîme Bozkurt duh di seatên êvarê piştî îfadeya polîsan hatiye berdan.